Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi banga Yekitî Ji Bo Demokrasiyê(DIB) 70 saziyên demokratîk kombûne û civiyane. Di civîne Komîsyona Amadekar a Konferansa Jiyana Li Dijî Şerî ava bûye û komîsyonê daxûyanî daye çapemeniyê.
Komîsyona Amadekar a Konferansa Jiyana Li Dijî Şerî daxuyanî daye û bang kiriye ku em polîtîkayên ku piştgiriye dide şerî bêencam bikin.
“Mixalefet bêdeng maye”
“Gelê ku nikare stariyê li xwe bike, nikare zikê xwe têr bike û her weha jiyana wan a rojane vediguheriye îşkenceyê, niha bi şer re rû bi rû ne. Em ji her demê baştir dizanin ku ev şer ne tene ji bo jiyana me, ji bo dizîna pêşeroja me jî tê meşandin.”
“Hikûmetê bi hemû hêza xwe hewl da serê êrîşa bombeyî ya ku li Taksîmê pêk hat û di encamê de welatîyên me ji jiyana xwe bûn binixumîne û hê xwîna qurbaniyan li erdê zuwa nebûbû, diyar bû ku çawa vê êrîşê bi kar tîne.”
“Li hemberî daxuyaniya Wezîrê Navxweyî dema êrîş pêk hat daxuyaniyên cuda cuda hatin dayîn. Lê di nava çend rojan de Kobanê hat bombebarankirin. Nexweşxane û cihên jiyanê yên sivîlan wêran bûn.”
“Tevî vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Iraqê operasyonên esmanî dest pê kirin. Piştre jî di êrîşa bi roketan a li Karkamişê de sivîl mirin.”
Her weha Komîsyona Amadekar di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku wê di Yekşema 18ê Kanûna Pêşiyê de Konferansa Jiyanê ya Li Dijî Şerî pêk were.
Komisyona diyar kiriye ku mixalefet li dijî van kirinan bêdeng maye û bi piştgirî daye operasyona leşkeri ya derveyî sînor û ji ber vê yekê bûye parçeyek ji stratejiya hilbijartinê ya desthilatê.(EMK/AY)