Komîsyona 21ê Sibatê ku ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve ava bûye duh li Cemiyeta Rojnamegeran a Amedê civîna çapemeniyê pêkaniye. Komîsyonê ragihandiyê ku ew ê kampanyeya îmzeyan a “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” di 22ê Sibatê de bidin destpêkirin.
Daxuyaniya ragihandina kampanyaya Komîsyonê bi kurmancî û kirmanckî/zazakî, şewezarên kurdî û tirkî hatiye amadekirin. Endam û rêvebirên Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî tevlî civînê bûne.
"Zimanê me nasnameya me ye"
Di daxuyaniya komîsyonê de weha hatiye gotin:
“Zimanê me hebûna me ye, zimanê me nasnameya me ye, zimanê me rûmeta me ye... Lê mixabin ev nêzî sed salî ye, siyaseta serdest bi darê zorê dixwazin kurdan ji vî mafê wan ê rewa bêpar bihêlin. Bi gotineke din dixwazin kurd ji hebûna xwe dûr bikevin, bê nasname û rûmet bimînin.”
"Zimanê Kurdî divê bi haweyekî fermî bibe xwediyê statûyeke qanûnî"
Îro bi milyonan kurd li Rojhilata Navîn pêrgi asîmîlasyonê dibin. Di erdnigarîya me de siyaseta serdest dixwaze kurdan û zimanê wan ji holê rake. Ew siyaseta çewt dixwaze kurdan ji aliyê ziman û çandê ve tune bike, lê ev helwesta, tu caran nabe helwesteke demokratîk û mirovî. Ev helwest li dijî fikir û ramanên wekheviyê ye jî. Divê ev siyaseta çewt demildest were terk kirin û mafê kurdan yê ziman û nasnameyê were pejirandin. Zimanê Kurdî divê bi haweyekî fermî bibe xwediyê statûyeke qanûnî, Zimanê Kurdi divê bibe zimanê perwerdehiyê.
“Kampanya wê di 22’yê mehê de dest pê bike”
Em bi pêşengiya ‘Platforma Zimanê Kurdî’ û ‘Tora Ziman û Çanda Kurdî’ kampanyaya îmzayê ya “bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî”,“Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” didin destpêkirin. Kampanya wê di 22’yê mehê de dest pê bike û kampanya wê li ser du lingan bimeş e. Lingek jê, îmzayên fizîkî yên ku li kuçe û kolanan xwe bigihejînê kurdan. Lingê din jî îmzaya dîjîtal e. Ev ji bo kurdên ku derfeta wan a ku xwe bigihînin forma îmzayên rûbirû tune ye amade bûye. Ji bo kesên ku ne kurd bin û hîna nirxên mirovahiyê bi tevahî winda nekirine û dixwazin dawî li vê şerma sedsalê bînin, ev ling hatiye amadekirin.
Divê Kurd li dora kampanyayê bicivin
“Ev kampanya çiqasî bi navê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî were destpêkirin jî, kampanya di bingehê xwe de ya hemû kurdan e. Rêxistin, partî û dîtinên me yê sekna jiyanê çi dibe bila bibe, zimanê me hevpar e, ev kampanya ji bo ziman e, encamê wêna ji bo hemû kurdan e. Ji ber vê sedemê em bang li hemû sazî, dezgeh, rîspî, rewşenbîr û kurdên cihanê dikin, ev bêrıya her tiştî kampanya we ye, ji bo zimanê we ye. Li dora vê kampanyayê bicivin, ev hêviya sed salan e ku kurd li bendê ne, em bi mafê zimên tacîdar bikin.”
Em bang li hemû kurdan dikin: Bi hevdû re xwedî li van daxwazan derkevin û bi dilgermî beşdarî vê kampanyayê bibin. Em bi vê kampanyayê dixwazin bi milyonan îmzeyan berhev bikin. Ji bo kampanyaya me her îmzeyek nirxek e, helwestek e, dengek e û xwediyê giranîyekê ye. Di vê kampanyayê de imzeyên me çiqas zêde bin, li hember xêrnexwazan wê vîn û xwesteka gelê kurd ew ê ewqas mezin bibe. Li hemû deverên cihanê jî wê dengê hîna xurtir bibe.
Ji ber van sedeman, em bi îmzayên xwe qêrînekê li cihanê belav bikin. Bila hemû cihan bizane ku kurd bi yek dengî dibêjin:
Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî.
Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.” (AY)