Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî di çarçoveya bernameyên 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de ji bo ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin.
Mîthat Sancar, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Osman Ozçelîk, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Ji Platforma Demokratên Kurd- Bakur (PDK-B) Sertaç Bûcak, Serokê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, gelek nivîskar, zimannas û rêxistinên sivîl tevlî civîna ku li Demîr Otela Amedê pêk hatiye, bûne.
Daxuyaniya ji bo kampanyaya îmzeyan, Şerefxan Cizîrî Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî li ser navê Komîsyona 21ê Sibatê xwendiye.
“Zimanê Kurdî divê bi haweyekî fermî bibe xwediyê statûyeke qanûnî “
Di daxuyaniy kampanyayê de weha hatiye gotin:
“Îro bi milyonan kurd li Rojhilata Navîn pêrgi asîmîlasyonê dibin. Di erdnigarîya me de siyaseta serdest dixwaze kurdan û zimanê wan ji holê rake. Ew siyaseta çewt dixwaze kurdan ji aliyê ziman û çandê ve tune bike, lê ev helwesta, tu caran nabe helwesteke demokratîk û mirovî. Ev helwest li dijî fikir û ramanên wekheviyê ye jî. Divê ev siyaseta çewt demildest were terk kirin û mafê kurdan yê ziman û nasnameyê were pejirandin. Zimanê Kurdî divê bi haweyekî fermî bibe xwediyê statûyeke qanûnî, Zimanê Kurdi divê bibe zimanê perwerdehiyê.”
“Em bi pêşengiya ‘Platforma Zimanê Kurdî’ û ‘Tora Ziman û Çanda Kurdî’ kampanyaya îmzayê ya “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî”,“Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” destpêkirin. Kampanya wê li ser du lingan bimeş e. Lingek jê, îmzayên fizîkî yên ku li kuçe û kolanan xwe bigihejînê kurdan. Lingê din jî îmzaya dîjîtal e. Ev ji bo kurdên ku derfeta wan a ku xwe bigihînin forma îmzayên rûbirû tune ye amade bûye. Ji bo kesên ku ne kurd bin û hîna nirxên mirovahiyê bi tevahî winda nekirine û dixwazin dawî li vê şerma sedsalê bînin, ev ling hatiye amadekirin.”
“Her îmzeyek nirxek e, helwestek e, dengek e û xwediyê giranîyekê ye”
Em bang li hemû kurdan dikin: Bi hevdû re xwedî li van daxwazan derkevin û bi dilgermî beşdarî vê kampanyayê bibin. Em bi vê kampanyayê dixwazin bi milyonan îmzeyan berhev bikin. Ji bo kampanyaya me her îmzeyek nirxek e, helwestek e, dengek e û xwediyê giranîyekê ye. Di vê kampanyayê de imzeyên me çiqas zêde bin, li hember xêrnexwazan wê vîn û xwesteka gelê kurd ewqasî mezin bibe. Li hemû deverên cihanê jî wê dengê gelê Kurd hîna xurtir bibe.
Sancar: Dewlet çawa nêzikî Kurdan dibe, wisa jî nêzikî zimanê wan dibe
Di civînê de Mîthat Sancar, Hevserokê HDPê jî axiviye û weha gotiye:
“Zimanê dayikê, mefhûmeke wisa ye ku dikare bibe esasê gelek tiştan. Ji bo wê jî ziman bi nasnameyê re, bi hebûnê re bi xwebûnê re tê eleqedarkirin. Wek meseleyeke bingehîn e. Dikare bibe bingeha gelek tiştan. Em îro vê rastiyê li her derê dibînin. Ji bo wê em dibêjin zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me hebûna me ye. Belê fîlozofekî mezin dibêje “zimanê dayikê ji kitabên gramerê û ji ferhengan nayê elimandin, zimanê dayikê her tim û dawiya dawî ji gotinên mirovan tê elimandin.”
Ev tiştê ku ev fîlozof behs dike, îro rastiya zimanê dayikê careke din derdixe pêşiya me. Wekî hûn dizanin, ez Ereb im, ez bi xwe zimanê xwe ji kolanan û ji nav malê elimîm. Ez Kurdî jî ji kolanan elimîm. Ez ji mekteban, ji zanîngehan neelimîm Kurdî. Ne tenê ez, gelê Kurd jî zimanê xwe ji nav mala xwe, ji kuçe û kolanan dielime. Gelên din jî, Ereb, Siryan, Laz, Çerkez jî zimanê xwe ji mekteban, zanîngehan naelimin. Yanî dewlet çawa nêzikî Kurdan dibe, wisa nêzikî zimanê wan jî dibe. Polîtîkayeke yekpare dimeşîne.
“Divê kurdî di qanûna bingehînde bê naskirin û qebûlkirin”
Sancar diyar kiriye ku ji ber polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê mixabin ji bo zarokan transfera zimanî gelek zeîf bûye û weha gotiye, “ Ji bo wê jî gerek temînata qanûnî ji bo zimanan hebe. Gerek zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bê naskirin, qebûlkirin. Gerek hemû qedexe, astengî û bendên li ber Kurdî bên rakirin. Gerek zarokên Kurd zimanê xwe ji mekteban, ji zanîngehan jî bielimin. Ev mafekî esas e, mafekî mirovî ye, mafekî gerdûnî ye.”(AY)