Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
Komîsyona li Meclisê bernameya xwe guherand û biryar da ku li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, li derdorên cuda guhdarî dike.
Komîsyonê, bernameya xwe ya vê hefteyê guherand. Komîsyonê, bernameya xwe ya guhdarîkirina rêxistinên jin û ciwanan betal kir û biryar da ku li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike.
ÎHD: Em li Meclîsê astengkirina axaftina bi kurdî a Dayîkên Aştiyê şermezar dikin
21 Tebax 2025
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê têkildarî sedema guhertinê tu daxuyaniyên fermî nehate kirin. Her wiha ne diyar e ka dê komîsyon kengî û li kîjan rêxistinên hiqûqê guhdarî bike.
Axaftina bi Kurdî hate astengkirin: “Divê Komisyon şerma ‘zimanê nayê zanîn’ bidawî bike”
22 Tebax 2025
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.