Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) “Rapora xwe ya Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Rojnamegerên Jin” a meha Gulanê aşkere kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di beşa nirxandinê ya raporê de hatiye gotin ku binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin zêde bûne û di mijara têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî de jî paşveçûn heye.
Bi domdarî wiha hate gotin: “Zextên rojnameger pê re rû bi rû dimînin ne tenê bi binpêkirina mafên şesî bisînor e, di heman demê de zirarekî mezin dide mafê agahîgirtina rast û bêalî jî. Ji bo ewlehiya rojnamegeran û parastina mafê azadiya xweîfadekirinê divê tavilê tevdîr bên girtin.”
8 rojnameger girtî ne
Binpêkirinên li dijî mafên rojnamegeran ên meha Gulanê wiha hatin rêzkirin:
“2 rojnameger rastî êrişê hatin,3 rojnameger hatin desteserkirin û yek jî hate girtin. 4 rojnameger dema nûçe dişopandin hatin astengkirin. 2 rojnameger li girtîgehê rastî binpêkirinên mafan hatin. Derheqê rojnamegerekê de lêpirsîn hate vekirin. Li 4 rojnameger bi giştî 9 sal û 6 meh û 17 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Di 17 dozan de 24 rojnamegeran hatin darizandin. Ji 1ê Gulanê ve 8 rojnameger girtî ne.”