Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Pozîtîf-îzê projeya testa HIVê daye destpê kirin. Test wê her rojê Şemiyê belaş were çêkirin.
Testên HIVê di çarçoveya “Projeya Asankirina Pêvajoya Pêderk û Testa HÎVê” de wê hefteyekê li Kadikoyê û hefteyekê jî li Laboratûvara Pêşkevtinê ya Fatîh-Hasekiya Stenbolê bi awayekî dorveger bên kirin. Nasnameya kesên ku dixwazin testa wan ya HIVê bi rêya komeleyê were kirin, wê veşartî bimînin.
Şêwirmendiya Hevsalî ya Komeleya Pozîtîf-îzê diyar kiriye ku ew bi xêra kîteyên testa bilez di nava 15-20 xulekan de dikarin encamê hîn bibin. Her weha şêwirmendiyê gotiye, eger encama testê pozîtîf be, bi kesên ku test dane re hevdîtin tên kirin û ji bo nexşerê were çêkirin piştgirî tên dayîn.
Kesên ku dixwazin testa xwe çêbikin, dikarin di navbera saetên 11.00-19.00an de bi hejmara 0543 241 41 03 li ser Whatsapp an jî Telegramê randevûyê bigirin.(CA/EMK/AY)