Programa Komeleya Lekolînên Kurdî ya dersên kurdî ya serdema payîza 2018ê wê 1ê Çiriya Pêşiyê dest pê bike. Ders wê bi zaravayê kurmancî û kirmanckî bên dayin.
Di vê serdemê de bi kurmancî astên 1, 2, 3, û 4em û bi kirmanckî jî astên 1 û 2yem wê hebin.
Her astek wê sê mehan berdewam bike û di dersên nava hefteyê de çar saet, di yên dawiya heftiyê de sê saet ders wê bên dayîn.
Waneyên me yên serdema payîzê dest pê dikin.
— Enstîtuya Kurdî (@EnstituyaKurdi) 3 Eylül 2018
Jê nemînin! pic.twitter.com/OeeQiONGjH
Kesên ku bixwazin beşdarî qursan bibin divê heta 21ê Îlonê serî li Komeleya Lêkolînên Kurdî bidin.
Derbarê Komeleya Lêkolînên Kurdî de
Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji ber Rewşa Awarte di çarçoveya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2016yê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin dilxwaz û xebatkarên Enstîtuyê Komeleya Lêkolînên Kurdî ava kirin. Komele armanca dike ku li ser çand, huner û zimanê Kurdî xebatên zanistî û lêkolînî bike û her wiha ji bo pêşketina zimanê kurdî di atolyeyan li dar bixe.
Ji bo forma qeydiyê û zanyariyên bêhtir bitikîne.
(FD)