Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya Komeleya Lekolînên Kurdî ya dersên kurdî ya serdema bihara 2019an, wê di 23yê Sibatê de dest pê bike. Ders wê bi şêwezarên kurmancî, kirmanckî û soranî bên dayin. Waneyên ku dê werin dayîn, li gorî astan ji hev hatine veqetandin.
Bixwîne - Komeleya Lêkolînên Kurdî wê dersên kurmancî û kirmanckî bide
Di vê serdemê de bi kurmancî astên 1, 2, 3 û 4, bi kirmanckî astên 1 û 2em û bi soranî jî asta 1em wê hebin.
Her astek 3 mehan berdewam dike û di waneyên nav hefteyê de çar saet, di yên dawîya hefteyê de sê saet wane tên dayîn.
Kesên ku bixwazin beşdarî qursan bibin divê heta 15ê Sibatê serî li Komeleya Lêkolînên Kurdî bidin yan jî qeyda xwe li ser formê bişînin.
Derbarê Komeleya Lêkolînên Kurdî de
Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji ber Rewşa Awarte di çarçoveya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2016yê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin dilxwaz û xebatkarên Enstîtuyê Komeleya Lêkolînên Kurdî ava kirin. Komele armanca dike ku li ser çand, huner û zimanê Kurdî xebatên zanistî û lêkolînî bike û her wiha ji bo pêşketina zimanê kurdî di atolyeyan li dar bixe.
Ji bo forma qeydiyê û zanyariyan, bitikîne.
(AY/FD)