Komeleya Lêkolînên Kurdî wê ji bo 15ê Gulanê, roja Cejna Zimanê Kurdî, bernameyekê li dar bixe. Di bernameyê de xwendekarên Komeleyê wê bi kurmancî û kirmanckî helbestan bixwînin.
Her weha wê derbarê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de sînevizyonek were nîşandin.
Di heman bernameyê de wê Dengbêj Sebrî Agirî wê kilamên dengbêjiyê bistirê.
Di dawiya bernameyê wê sertîfîkaya xwendekarên Komeleyê yên asta mamostetiyê bên belavkirin.
Bername 15ê Gulanê roja çarşemê, saet di 19.00ê de wê dest pê bike û heta 22.30 deqîqeyan wê berdewam bike.
Derbarê Cejna Zimanê Kurdî de
Di 15ê Gulana 1932yê de li Şamê, paytexta Sûriyeyê Kovara Hawarê ji hêla Celadet Alî Bedirxanî ve bi tîpên latînî hatiye weşandin. Ji ber wê ye ku ev roj weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Heta hejmara 23yê bi tîpên erebî hatiye çapkirin. Bi hejmara 24ê re derbasî tîpên latînî bûye.
Celadet, Kamûran Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Subhiyê Diyarbekirî, Qedrîcan, kurên Cemîlpaşa, Rewşen Bedirxan, Cegerxwîn û gelek navên din.
Hejmara 57ê sala 1943yê hatiye çap kirin û kovar hatiye girtin.
Komeleya Lêkolînên KurdîPiştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji ber Rewşa Awarte di çarçoveya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2016yê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin dilxwaz û xebatkarên Enstîtuyê Komeleya Lêkolînên Kurdî ava kirin. Komele armanca dike ku li ser çand, huner û zimanê Kurdî xebatên zanistî û lêkolînî bike û her wiha ji bo pêşketina zimanê kurdî di atolyeyan li dar bixe. |
(FD)