Komeleya Lêkolînên Kurdî û Navenda Çanda Mezopotamyayê(NÇM) wê li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin. Her weha banga tevlîbûnê ji bo pîrozbahiyan kirine.
Komeleya Lêkolînên Kurdî û Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li avahiya Komaleya Lêkolînên Kurdî civîna çapemeniyê li dar xistine. Gelek kes tevlî civîna çapemeniyê bûne.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyûb Sûbaşi bi bîr xistiye ku 15ê Gulanê ji sala 2007an ve tê pîrozkirin. Sûbaşi bi lêv kiriye ku di çalakiyên 15ê Gulanê yên îsal de ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statuyê wê xebatan bimeşînin û wiha gotiye: “Em ê têkildarî zextên ku li ser kurdî tên meşandin û daxwazên xwe 15ê Gulanê di saet di 14.00an de li Qada Esenyûrtê, di saet 17.00an de jî li Qada Neyzen Tevfîk a li navçeya Kartalê pîrozbahiyan li dar bixin. Em hemû gelê xwe û sazî û dezgehên demokratîk vedixwînin.”
Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û BaşûrêRojhilat Abdûlhakîm Daş jî destnîşan kiriye ku ji bo gelê Kurd bibe xwediyê statuyekê faktora ziman gelek girîng e. Daş, diyar kiriye ku Tirkiyeyê hebûna gelê Kurd jî qebûl nake û wiha gotiye: “Heke gelê Kurd bixwaze bibe xwedî statu divê girîngiyê bide ziman. Rêya statuyê di ziman de derbas dibe. Ji ber vê yekê ez gelê me ji bo em roja cejndê mafên xwe û daxwazên xwe bînin ziman vedixwînim qadên pîrozbahiyan.”(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê