Kursên kurdî yên online yên serdema payîza 2020an, di 24ê Çiriya Pêşiyê de dest pê dikin. Vê serdemê dê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî/zazakî ji bo her astê ders bên dayîn.
Dersên Kurmancî rojên Duşem û Çarşem, Sêşem û Pêncşem û Şemî û Yekşemê di navbera heman saetên 20.00-22.00an de wê dest pê bikin. Dersên Kirmanckî/Zazakî jî ji bo asta yekem roja İnîyê û ji bo asta duyem roja Pêncşemê di navbera heman saetên 18.00 – 20.00an de wê dest pê bikin.
Ji bo serlêdanê zanyarî û xalên ku komeleyê belav kirine weha ne:
1. Dersên me di 24ê Cotmeha 2020an de dest pê dikin û heta 12 hefteyan (heta 3 mehan) dewam dikin.
2. Ji bo beşdarbûnê, vê formê tijî bikin û bernameya Zoomê li cîhaza xwe ya jîrek bar bikin.
3. Piştî ku we ev form tijî kir, em ê xwe bigihînin we.
4. Dersên me hefteyê du roj in. Ji bo beşdarîya dersan, ji kerema xwe rojên guncaw li jêr ji bo xwe hilbijêrin.
5. Di nav sê mehan de kesên ku 4 hefteyan bê mazeret beşdarî dersan nebin, nikarin dersê derbas bikin.
6. Ji bo ku em lînk û agahîyên dersê bi awayekî zû bigihînin we, em ê ji bo her polê komeke WhatsAppê vekin.
7. Eger hûn naxwazin di koma WhatsAppê de hebin, wexta ku mamoste bi we re têkilî danî, ji kerema xwe mamoste agahdar bikin ji bo ku lînk û agahîyên dersê bi rêyeke din ji we re bişîne.
8. Agahîyên ku di vê formê de ji we tên xwestin, bi tu awayî li gel kesên sêyem nayêne parvekirin.
Derbarê Komeleya Lêkolînên Kurdî de
Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji ber Rewşa Awarte di çarçoveya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2016yê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin dilxwaz û xebatkarên Enstîtuyê Komeleya Lêkolînên Kurdî ava kirin. Komele armanca dike ku li ser çand, huner û zimanê Kurdî xebatên zanistî û lêkolînî bike û her wiha ji bo pêşketina zimanê kurdî di atolyeyan li dar bixe.
Kesên ku bixwazin beşdarê qursan bibin divê an forma Komeleyê amade kiriye dagirin an jî rasterast serî li Komeleya Lêkolînên Kurdî bidin.(AY)