Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) li Amedê vebûye. Duh bernameyek hatiye li dar xistin û komeleyê bi awayekî fermî dest bi xebatên xwe kiriye.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, Ebrû Gunay, Pero Dundar, rêveberên Şaxa SESê, rêveberên Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û gelek kes beşdarî bernameyê bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Seroka Komeleyê Devrîm Demîr axaftina vekirinê kiriye û bal kişandiye li ser sedemên vekirinê: "Nivîsên jinan di her serdemê de hatin paşguhkirin. Hunerên jinan qet nehatine qebûlkirin. Bila ti carî neyê jibîrkirin, hunera jinan nayê paşguhkirin. Niha dema parastina hunera jinan e.”
Piştî axaftina vekirinê, grûpa Jin Ma derketine ser dikê û stran strîne. Beşdaran bi tîlîlî û çepikan vekirina komeleyê pîroz kirine û li ber stranan govend gerandin. (FD)