Avahiya komeleyê li Ataturk Bulvari ya Çankayaya Enqereya Tirkiyeyê ye. Roja 26ê mehê bi beşdariya endamên komeleyê, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê a Gelan(DEM Parti) Bakirhan, Hatimogullari û gelek kesên din merasima vekirina komeleyê li dar ket.

Rêvebera Komeleyê Rozerîn Baltaşê diyar kir ku ev komeleya wan dê bibe dengek nû û wan ev deng bi awayekî komînal derxistiye holê. Baltaş wisa dom kir:
"Ev ne tenê komele ye, di heman demê de nasnameyek e. Hebûna gel e. Huner ji bo kurdan di heman demê de rê û rêbaza berxwedanê ye. Di heman demê de li hemberî asîmîlasyon û înkarê qadek e."

Reyhan Yildirimê jî got ku baweriya wan ew e ku li Enqereyê komeleya wan dê valiheyeke mezin dagire.
Hunermendê NÇMê Genim jî di merasimê de axivî qala rêwqîtiya wan, ked û berdêlên ku dane kir. Genim got ku ev gav ji bo Enqereyiyan dê bibe gavek nû.
Piştî axaftinan konserek biçûk hat pêşkêşkirin.

(AY)
*Çavkanî: MA, Diyarname

