Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê ji aliyê xizmên kesên ku di êrîşa 10ê Cotmeha 2015an de li Enqereyê ji aliyê DAIŞê ve pêk hat de mirin, hat ava kirin. Komeleyê ragihand ku ew ê beşdarî vekirina bîrdariya qetlîamê nebin.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya komeleyê hat dayîn de, hat diyarkirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê û Rêxistina CHPê ya Bajarê Enqereyê malbat û hêzên demokrasî û kedê tune hesibandin e.
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
"Me bang kiribû ku em ê di 9ê Cotmeha 2024an de di saet 10:04an de bi malbat, komeleya xwe û bi raya giştî ya hestiyar re Bîrdariya Komkujiya 10ê Cotmehê vekin. Di vê qonaxê de Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê û Rêxistina CHPê ya Enqereyê, çend saet pêş vekirina bernameyê komeleya me, malbatên me yên 10ê Cotmehê û hêzên ked û demokrasiyê yên ku ev 9 sal in bi me re têdikoşin tune hesibandin, bernameya me ya ku bi rojane me bi kedeke mezin amade kiribûn, betalkirin û em weke mêvan vexwendin bernameya xwe."
"Em vê ferzkirinê qebûl nakin û ji raya giştî re radigihînin ku em ê beşdarî merasîma vekirinê ya ku dê di 9ê Cotmehê de pêk were nebin. Tu çalakî û bernameyên ku bîr û rastiya 10ê Cotmehê tune dihesîbine, me temsîl nake.”
Komeleya 10ê Çiriya Pêşiyê bi biryara dadgehê ve hat girtin
Çi bûbû?
Di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015ê di mîtînga aştiyê êrîşeka bi bombeyan hatibû kirin.
Li ciyê teqînê 69 kes, bi giştî 103 kes û du êrîşkar miribûn.
Piştî êrîşê polîsan gaz avêtibû ser kesên mirî, birîndaran û kesên ku dixwestin alîkariyê bidin wan. Ji ber wê nexweş bi derengî birin nexweşxaneyê, kesên ji teqînê rizgar bubûn ji ber gazê travma derbas kirin. Ciyê bûyerê nehat parastin û ekîbên kontrolê û dozger zûbizû neçûn ciyê bûyerê. Ekîp piştî teqînê bi saet û nîvê, wekîlê serdozger jî nêzîkî du saet û nîv piştî bûyerê çûn qadê.
Îdianameya derbarê êrîşê de 13yê Tîrmehê ya 2016yê hat qebûlkirin. Ji bo 36 kesan doz hat vekirin û hat diyarkirin ku fermana êrîşê ji hêla Îlhamî Bali berpirsê Tirkiyeyê yê Dewleta Îslamê (DAIŞ) daye.
Di îdianameyê de hatiye gotin ku êrîşa Pirsûsê jî heman kesan organîze kirine. Ji bo Bali û 13 kesên bersûcên din ji ber “kuştina bi zanebûna gelek kesan” 100 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin. Dîsa ji ber “hewldana ji holê rakirina pergala destûrî” cezayê heta hetayê û hewldana kuştina bi zanebûn jî ji 5 hezar û 83 salan heta 7 hezar û 820 salan cezayê girtinê hat xwestin.
Doza derbarê êrîşê de 7ê Çiriya Paşiyê ya 2016yê dest pê kir û hîna berdewam dike.
(AS/AY)