Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komeleya Aştî û Piştgiriyê ya 10ê Çiriya Pêşiyê ji hêla 7emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya li Enqereyê ve duh hat girtin ku komele piştî 10ê Cotmehê ya 2015yê li Gara Enqereyê êrîşa bibombe pêk hatibû û 103 kes miribûn hatibû avakirin.
Mehtap Sakîncî Çoşgûn Seroka Komeleyê ji bianetê re axivî û got ku ev ne biryara dawîn e û ji bo ku biryar biguhere ew ê serî li dadgeheke bilindtir bikin.
Parêzer Mehtap Sakîncî Çoşgûnê diyar kir ku di fermiyetê de “kêmasiyên di rêziknameyê de” ji bo girtina komeleyê weke hincet nîşan dane. Ûygar Coşgûn hevjînê Mehtap Sakîncî Coşgûnê jî di dema êrîşê de miribû.
Walîtiyê daxwaza girtina komeleyê kiribû
Midûriyeta Komeleyan a Walîtiya Enqereyê bi hinecta ku “kêmasiyên di rêziknameyê de” hene ji Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê xwestibû ku komeleyê bigire.
Li ser vê daxwazê doz li komeleyê hatibû vekirin. Duh 6em danişîna dozê li 7emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê bi rê ve çû.
Parêzerê Komeleyê Aydin Erdoganî di dema dadgehkirinê de gotibû, “Ji bo girtina komeleyekê divê rêziknameya wê wisa be ku sûcên li hemberî pergala dewlet/civakê tê de hatibin bicîkirin” û diyar kir ku kêmasiyên di rêziknameyê de detayên teknîkî ne ku dikarin bên sererastkirin. Erdoganî daxwaz kiribû ku komele neyê girtin.
Lê dadgehê biryar girt ku li gorî Xala 60em a Yasaya Darazî ya Hiqûqê Komeleya Aştî û Piştgiriyê ya 10ê Çiriya Pêşiyê bê girtin. Her wiha li gorî Xala 15emîn a Yasaya Komeleyan a hejmar 5253yê qeyda komeleyê ji Kutika Komeleyan were rakirin, pare, mal û mafên wê jî ji bo Komeleya Aştî û Biratiyê ya Anadolûyê were veguhestin.
Çi bûbû?
Di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015ê di mîtînga aştiyê êrîşeka bi bombeyan hatibû kirin.
Li ciyê teqînê 69 kes, bi giştî 103 kes û du êrîşkar miribûn.
Piştî êrîşê polîsan gaz avêtibû ser kesên mirî, birîndaran û kesên ku dixwestin alîkariyê bidin wan. Ji ber wê nexweş bi derengî birin nexweşxaneyê, kesên ji teqînê rizgar bubûn ji ber gazê travma derbas kirin. Ciyê bûyerê nehat parastin û ekîbên kontrolê û dozger zûbizû neçûn ciyê bûyerê. Ekîp piştî teqînê bi saet û nîvê, wekîlê serdozger jî nêzîkî du saet û nîv piştî bûyerê çûn qadê.
Îdianameya derbarê êrîşê de 13yê Tîrmehê ya 2016yê hat qebûlkirin. Ji bo 36 kesan doz hat vekirin û hat diyarkirin ku fermana êrîşê ji hêla Îlhamî Bali berpirsê Tirkiyeyê yê Dewleta Îslamê (DAIŞ) daye.
Di îdianameyê de hatiye gotin ku êrîşa Pirsûsê jî heman kesan organîze kirine. Ji bo Bali û 13 kesên bersûcên din ji ber “kuştina bi zanebûna gelek kesan” 100 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin. Dîsa ji ber “hewldana ji holê rakirina pergala destûrî” cezayê heta hetayê û hewldana kuştina bi zanebûn jî ji 5 hezar û 83 salan heta 7 hezar û 820 salan cezayê girtinê hat xwestin.
Doza derbarê êrîşê de 7ê Çiriya Paşiyê ya 2016yê dest pê kir û hîna berdewam dike.
(AS/FD)