Li Kampûsa Beytepeya Zanîngeha Hacettepeya Enqereyê komeke Ulkucî(Netewperest) bi mişteyê êrişî xwendekaran kir.
Xwendekar dema afîşên “Meşa Azadiyê” ku wê di 23ê Gulanê de bê li dar xistin daliqandin rastî êrişa koma neteweperest hatin.
Di êrîşê de xwendekareke jin birîndar bû. Dema xwendekarên ku rastî êrîşê hatin bersiv dan koma neteweperest, yekîneya ewlehiya taybet a zanîngehê koma neteweperest dorpêç kir.
Xwendekarên zanîngehê li ber wargeha Parlarê kom bûn û li dijî êrîşa faşîstan bertek nîşan dan.
Polîs ketin kampusê
Piştî ku xwendekaran êrîş şikandin, polîs ketin nava kampusê. Hat dîtin ku polîsan li pêşiya koma ku ji ber xwendekarên zanîngehê direviyan bariyer danî. Xwendekarên zanîngehê bertek nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku polîs ji bo parastina faşîstan ketine kampusê.
(AD/AY)
