Fotograf: Rûdaw, Çavkanî: Ajansa Mrzopotamya, Rûdaw
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Amedê komeke ji ciwanan pêşangeha “Jûra Bîrê” ya Ahmet Guneştekînî protesto kiriye. Her weha Ciwanan darbestên ku di pêşangeyê de hatine nişandan ji sûran avêtine xwarê.
Pêşangeha "Odeya Bîrê" ya Ahmet Guneştekînî ya ku di 16ê Çiriya Pêşiyê de li Birca Bizinan bi piştgiriya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê(DTSO) hatibû vekirin, hatiye protestokirin.
Di serî de kesên ku tevlî pêşangeyê bûbûn, parvekirinên medya civakî yên têkildarî pêşangeyê rastî rexneyan hatibû.
Koma ku xwe weke “Înîsiyatîfa Ciwanên Amedê” binav kiriye pêşange protesto kiriye û ev daxûyanî daye:
Amed'in tarihi Keçi Burcu’nda 16 Ekim’de açılışı yapılan Ahmet Güneştekin’in “Hafıza Odası” sergisi bir grup genç tarafından protesto edildi. Gençler, “Amed uyuma, hafızana sahip çık” sloganlarının ardından bazı tabutları surlardan aşağıya attı. pic.twitter.com/yCKfQpEvLY
— Yeryüzü Postası (@yeryuzupostasi) October 19, 2021
“A li vir hatiye kirin ne pêşangeh e, xiyanet e li hemberî nirxên gelê kurd, nirxên gelê Amedê. Darbestên di bin navê pêşnagehê de tên nîşandan, cinayetên kiryar nediyar in. Wezîra Karên Navxweyî ya wê demê Meral Akşener, çeleng şandiye ji pêşangehê re. Hem qetil dike, hem jî vê yekê bi çelengan pîroz dike. Pêşangeh bi stranên kurdî hatiye vekirin, lê di demeke ku kurdî qedexe bû, mirov sirf ji ber ku kurd bûn hatin qetilkirin. Lewma ev darbest, daliqandina pêlavan xiyanet e li hemberî nirxên gelê kurd. Bi rastî jî heger dilê we û dîtina bîrê hebe, li Sûra mêze bikin bes e. Xaniyên me hatin xerakirin, lê rabûn li şûna wan xanînî tu eleqeya wan bi Sûrê re tune ne çêkirin. Lewma a tê kirin ne pêşangeh e, xiyanet e li hemberî hemû nirxên me.”
Koma ku xwe weke “Înîsiyatîfa Ciwanên Amedê” binav kiriye piştî dirûşmên "Amed ranezê, xwedî li bîra xwe derkeve" hin darbestên pêşangehê ji Sûran avêtine xwarê. (AÖ/AY)