Komedyen Deniz Goktaş bi tohmetên ku "heqaret li Serokkomar kiriye ", "kîn û dijminahî xistiye nava gel" û "pesnê sûc û sûcdar daye" dihat darizandin. Goktaş îro cara yekem derket pêşberî dadger. Di danişîna yekem de ji bo Goktaş biryara cezakirin û tahliyekirinê hat dayîn.
Danişîn li 14emîn Dadgeha Cezê û Esliyeyê ya Stenbolê pêk hat. Goktaş ji Girtîgeha Karatepeyê ya Çorlûyê ku li wê girtî bû anîn danişînê.

Deniz Goktaş hat girtin
Diviyabû danişîn saet di 10.00an de dest pê bikira lê saet di 11.20an de dest pê kir.
Beriya danişînê, qada li hemberî Edliyeya Stenbolê û deriyên edliyeyê hatin girtin. Tenê rê li ber ketina parêzeran, kesên ku doza wan heye û yên ku dê daxwaznameyê bidin hat vekirin.
Qatê ku salona dadgehê lê ye bi bariyeran hat dorpêçkirin û li pişt bariyeran polîsên hêzên taybet hatin bicîhkirin. Tenê parêzer, parlamenter û rojnameger ketin salonê.
Piştî ku di navbera kesên ku dixwestin bikevin salonê û berpirsiyaran de nîqaş derket, dadgehê salona li beramber vekir û derfet da ku danişîn bi rêya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBİS) bê şopandin.
Di îddîanameyê de ji bo Goktaş ji sê sûcan bi giştî ji 2 sal û 2 mehan heta 9 sal û 8 mehan cezayê girtîgehê tê xwestin.
“88 roj in ez di hicreyê de me”
Goktaş piştî tespîtkirina nasnamyê û kurteya îdîanameyê, dest bi parastina xwe kir û diyar kir ku ew ji 3’ê Tîrmehê ve girtî ye:
“Ez 88 roj in di Girtîgeha Karatepeyê ya Çorlûyê de ku di nav raya giştî de wekî girtîgeha tîpa bîrê/ tê nasîn, girtî me. Ji 3'yê Tîrmehê heta îro rojen min di vê girtîgehê de bêyî dîtina rojê, bêyî hevdîtina bi ti girtî an jî mehkûmekî re derbas bûn. Min tenê hefteyê 10 deqîqe karî bi malbata xwe re biaxivim.
Ez ji ber çar hevokên ku di nîşandana xwe de bikar anîne 88 roj in girtî me. Wek komedyenek, dîtina bandora hevokên min şanazî ye, lê ji bo azadiya derbirînê ya li Tirkiyeyê metirsîdar e. Bi vê re min dît ku min karê xwe ji tiştê ku min gumankirî zêdetir bi bandor kiriye.”
“Min heman henek 197 caran kirin, ti kesî giliyê min nekir”
Goktaş destnîşan kir ku henekên di dozê de hatine sûcdarkirin, wî li bajarên cuda yên Tirkiyeyê gelek caran kirine û weha got:
“Min henekên ku bûne mijara sûcdarkirinê 197 caran li her derê Tirkiyeyê kirin. Zêdetirî 100 hezar kesî temaşeyî nîşandanan kir. Ti kesî ew wek mijara giliyê nedît û gilî nekir. Tenê giliya wan ew bû ku bilêt ji nîşandanan re nedihatin dîtin.”
Goktaş diyar kir ku nîşandana xwe ya yekem di Çiriya Pêşîn a 2023an de çêkiriye û heta ku di Tîrmeha 2026an de hat girtin nîşandanên xwe berdewam kirine û wiha got ku pirsgirêk piştî belavkirina nîşandanê li ser YouTube'ê dest pê kirine.
“Destpêk û dawiya henekan birîn û parve kirin”
Goktaş anî ziman ku piştî ku nîşandana “Oludeniz” li ser YouTube’ê hate weşandin, li ser medyaya civakî li dijî wî kampanyayek hat birêvebirin:
“Heta ku min nîşandan li ser YouTube’ê belav kir ti pirsgirêk tune bû. Piştî ku hat belavkirin ez bûm armanca trolan. Trollê bi navê Şamil Tayyar ji min re got 'pirtûk nexwendiye', got 'beredayî'. Çênebû, wî bandora ku dixwest çênedikir. Piştre wan dest pê kir ku destpêk û dawiya henekên min bibirin û di heman demê de parve bikin. Ji CİMERê gilî kirin. Ji hebûna vê nîşandanê aciz bûn. Bi temamî derbasî êrişeke kesane bûn. Dest bi nûçeyên derewîn kirin.”
Goktaş anî ziman ku piraniya 185 giliyên CİMER’ê yên di dosyaya dozê de, ne rasterast piştî belavkirina nîşandanê, lê piştî parvekirinên medyaya civakî hatine kirin.
“Polîs ji min re got ‘tu gêjî, tu çima vegeriya Tirkiyeyê?’”
Goktaş diyar kir ku piştî hînbûna lêpirsînê ji derveyî welat vegeriya ye Tirkiyeyê û li dijî girtina xwe ya bi gumanbariya revînê derket.
Goktaş anî ziman ku li derveyî welat jî nîşandan çêkirine û derfeta wî hebû ku li wir bimîne, tevî vê yekê piştî ku bi lêpirsînê hesiya hatiye Tirkiyeyê. Di parastina xwe de got: “Polîs ji min re got ‘tu gêjî, tu çima vegeriya Tirkiyeyê?’ Ez xemgîn bûm ku polîs jî dixwest ez ji Tirkiyeyê biçim.”
Goktaş destnîşan kir ku delîla bingehîn a derbarê wî de vîdeoya nîşandanê ye ku jixwe li ser înternetê belav bûye û li dijî gumanberiya reşkirina delîlan jî derket.
Goktaş diyar kir ku di pêvajoya girtinê de pêşî ji hin sûcdariyan biryara tahliyekirinê ji bo wî derketiye, piştre bi sûcdariyên nû ji nû ve hat girtin û wiha got ku di heyameke kurt de bi biryara girtinê ya ji bo sê sûcên cuda re rû bi rû maye.
“Min fehm nekir ka çima hevdîtina min û Kiliçdaroglu çêkirin”
Goktaş di parastina xwe de behsa hevdîna xwe û Kemal Kiliçdarogluyê ku bi biryara dadgehê bo Serokatiya Giştî ya CHPê hatibû tayînkirin jî kir:
“Gava destên min bi kelepçe bûn, gava bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûm kirin, çima ez bi serokê partiyekê re, bi Kemal Kılıçdaroglu re rûbirû kirim? Ez hîn jî nikarim wateyê bidimê.”
“Gotina ‘dîktator’ ne heqaret e”
Goktaş got ku gotina wî ya "dîktatorê şermok" a derbarê Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de divê di çarçoveya mîzaha polîtîk de bê nirxandin:
“Heke mîzaha polîtîk ne qedexe be, divê henekên min di çarçoveya azadiya derbirînê de bê nirxandin. Ez difikirim ku 'dîktatorê şermok' henekeya derbasdar e.”
Goktaş parast ku gotina "dîktator" bi tenê ne heqaret e û diyar kir ku Serokkomar di heman demê de Serokê Giştî ê AKPê ye û wek aktorê siyasî ku gelek sal in welat birêve dibe divê ji rexne û mîzaha hişk re vekirî be:
“Gotina dîktator ne heqaret e. Bi nav kirineke siyasî ye. Hunermendekî din dikare di hilberîna xwe de bibêje 'otokrat', komedyenek dikare li gorî heneka xwe bibêje 'dîktator'. Ji mîmarî û avahiya ku metin û hunermend ava dike re peyvên hatine hilbijartin dikarin biguherin.”
Dadger: “Saetek û nîve tu diaxife”
Parastina Goktaş demek dirêj berdewam kir.
Li ser ku dadger got, "Saetek û nîve tu diaxife, êdî bi dawî bike. Goktaş wiha bertek nîşan da: "Ez 88 roj in di hicreyê de me, bêguman ez ê biaxivim."
Goktaş diyar kir ku ew sûcdariyan qebûl nake û daxwaza beraat û tahliyekirina xwe kir. Piştî ku parastina xwe temam kir, kesên di salonê de demek dirêj çepik ji Goktaş re lêxistin.
Piştre parêzeran gotinên xwe kirin.
Dozger ji bo her sê sûcan ceza xwest
Piştî gotinên parêzeran, dozgerê danişînê nêrîna xwe ya derbarê mijarê de eşkere kir.
Dozger daxwaz kir ku Goktaş bi tohmetên ku "heqaret li Serokkomar kiriye ", "kîn û dijminahî xistiye nava gel" û "pesnê sûc û sûcdar daye" were cezakirin.
Her weha Dozger him ceza xwest û him jî xwest Goktaş bê tehliyekirin.
Dadgehê piştî nêrînê saetek navber da danişînê. Dadgehê ji ber heqareta li Serokkomar 11 meh û 20 roj, ji ber piçûkxistina nirxên olî jî 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê da Goktaş. Ji sûcê pesindana sûc û sûcdaran de jî biryara beraatê da.
(HA/AY)






