Fotograf: AA
Li bajarê Charlotte yê eyaleta North Carolinayê Kongreya Niştîmanî ya Komarparêzan (RNC2020) destpê kir. Kongre wê çar rojan bidome û roja yekê delegeyên Kongreya Komarparêzan cardin Donald Trump, Serokê DYAyê weke berbijarê serokatiya DYAyê ji bo hilbijartinên 3ê Çiriya Paşiyê pejirandiye.
Li gorî nûçeya pişka kurdî ya dengê amerîkayê, Donald Trumpî gotarek pêşkêş kiriye û gotiye: "Ev giringtirîn hilbijartin in, di dîroka welatê me da."
Trumpî di gotara xwe da Demokrat bi sextekariyên di dengdanê da tawanbar kiriye û gotiye ku bi rêya dengdan postê dê sextekarî çêbibin.
Berî ku Kongreya Komarparêzan destpê bike li dawiya hefteyê û di dema destpêkirinê da grûbên nerazî û protestokar li bajarê Charlotte-ê lihev civiyane. Grûbên alîgirên Trumpî û yên li dij Trumpî, xwepêşandan pêkanîne, herwiha grûba Komarparêzên nerm "Never Trump", li nêzîk ciyê ku Kongreya RNC lê pêk tê civiyan e.
Joe Biden weke berbijar hatibû aşkerekirin
Hefteya borî Demokratan Joe Biden weke berbijarê xwe yê fermî aşkere kiribûn. Joe Biden di gotara dema pejirnadina berbijariya xwe de gotibû: "Trump, Amerîka xistîye di demsala tarîriyê da, ew biser pandemîka Vîrusa Korona da biser neket û bi mîlyonan karmendan karên xwe ji dest dan, Biden dîsan got"Em hêvîyê li şûna tires, û rastiyê li şûna xeyalê û dadweriyê li şûna amferiyan hildibijêrîn."
Di kongreya Komarparêzan de nêzî 330 delege ji 50 eyaletên Amerîkayê amadebûn. (FD)