Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lindsey Graham, Senatorê Komarparêz, piştî ku Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ango Rojavayê operasyon daye dest pê kirin, pêşnûmeyek amade kiriye û tê de dixwaze ku biryara mueyîdeyên ekonomîk li diji Tirkiyeyê bên dayîn.
Bixwîne - Artêşa Tirkan li dijî Rojava dest bi operasyona bejahiyê kiriye
Grahamî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye û gotiye ku wî û Chris Van Hollen, Senatorê Demokratan ji bo bi hev re pêşnûmeyê pêşkêş bikin li hev kiriye.
Senatorî xwestiye ku ji ber kirîna S-400an biryara mueyîdeyên CAATSAyê ji bo Tirkiyeyê bên dayîn ku ji bo Îran, Koreya Bakur û Rûsyayê jî li gorî wê biryarên mueyîdeyan hatibû dayîn.
Dixwaze mueyîde li Erdoganî bên kirin
Di pêşnûmeyê de hatiye xwestin ku biryar ji bo Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê, Fûat Oktay, Alîkarê Serokomar, Hûlûsî Akar, Wezîrê Berevaniya Milî, Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Karûbarên Derve, Berat Albayrak, Wezîrê Xezîne û Darayî, Rûhsar Pekcan, Wezîra Bazirganiyê û Fatîh Donmez, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî bê standin.
Her weha tê xwestin ku biryara mueyîdeyê li ser wan kesan û şîrketan bên dayîn ku bazirganiyê bi Artêşa Tirkan re dikin, alîkariya fînansê û teknolojiyê re dikin.
Dîsa dixwazin di warê enerjiyê de jî biryarên mueyîdeyan derkevin. (TP/FD)
Fotograf: AA