Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê, Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arîn hate vekirin. Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arîn, li ser mijarên çand û hûnerê dersan bide.
Gelek ciwan bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî merasîma vekirinê bûn. Her weha ciwanan bi gerandina govendê vekirina komaleyê pîroz kirin.
Endamê komaleyê Mehmet Yîgît daxuyaniya vekirinê xwend û wiha got:
“Zanîngeh divê bi rêya mîrateya xwe ya dîrokî rola xwe ya civakî bi cih bînin, îro hewl tê dayîn ku bi talîmatên fermî xwendekaran bixin bin kontrolê û zextan wan bikin. Me bi hev re dest bi vê rêwîtiya dijwar kir û em ê bi hev re jî berdewam bikin. Li Arînê, dê dersên muzîkê yên li ser amûrên wekî tembûr, gîtar û piyanoyê, her wiha dê kursên zimanê Kurdî û Îngilîzî bên dayîn. Dê atolyeyên perwerdehiyê yên li ser jîneolojî, felsefeyê, dîrokê û werzîşê werin lidarxistin."
Her weha bi hevkariya komînalîteyê xwendekar dê bi xebata kolektîf û projeyên mezin ava bikin. Komînên me dikarin bi salan bidomin. Wê hemû xwendekar karibin bi awayekî azad beşdarî hemû çalakiyên me bibin. Îro, em bi hev re di vê rêwîtiya hezar gavî de gaveke nû diavêjin. Ev dê bibe cihê ku tê de hewldanên me dibin hêvî û hêviyên me dibin siberoj. Em ê bi hev re bimeşin; em ê bi hev re bi ser bikevin.”
Bername bi dengê hunermend Şahê Bedo û gerandina govendê bi dawî bû.
