Rastak yek ji wan komên muzîka hemdem a Îranê ye ku herî zêde tê naskirin û hezkirin. Bi rêkxistina Şaredariya Peyasa Amedê Koma Rastakê wê di roja Înêya 10ê Gulana 2024an saet 20:00an de konsertek bide.
Konsera ku Şaredariya Peyasê organîze dike û wê li Parka 75 a Amedê pêk were.
Her weha konsert wê ji bo welatiyan belaş be.
Şaredariya Peyasê derbarê konserê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got:
“Rengê çanda Kurdî xwe dide rûyê Amedê û dengê muzîka Kurdî bi ser Amedê dikeve.
Koma Rastakê mêvana Amediyan e. Em hemû gelê xwe vedixwînin.”
Rastak di sala 1997ê de navê xwe di nava cîhana muzîkê de belav kir. Kom bi Kurdî, Farsî, Erebi, Tirkî û zimanên din ên li Îranê tên axavtin muzîkê çêdike. Komê heta niha albumên bi navê Rangvarehaye Kohan (2007), Hameye Aghvame Man (2010), Sornaye Norouz (2013) û Miane Khorshidhaye Hamisheh derxistiye. Her wiha li îran, İngiltere, Avûstirya, Almanya, Fransa, İtalya, İspanya, Hollanda, Swêd, DYA, Kanada, Avûstralya, Hindistan, Japonya, Malezya, Şîlî, Polonya, Gurcistan, Belçîka, Ûman, Rûsyaya Spî û Îmaratê konsert dane.
Rastak di sala 2014ê de li Amedê li gel hunermenda Kurd a Xorasanî Yelda Abbasiyê jî konsertek dabû ku program ji hêla Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê hatibû organîzekirin.
Kom ji van kesan pêk tê: Sîroos Sepehrî (Serokê Komê, tar), Farzad Moradî (Vokalist, Dotar, Setar, Qopuz), Behzad Moradî (Vokalist, Daf û ensturamantên perkusyonê yên din), Akbar Esmaeîlîpoûr (Tar û Oud), Yavar Ahmadîfar (Daf û enstrumantên perkusyonê yên din), Saba Jamalî (Qanoon), Omîd Mostafavî (Tombak û enstrumantên perkusyonê yên din), Dîna Doostî (Kamancheh, Qeychak), Farzad Khorshîdsavar (Daf enstrumantên perkusyonê yên din), Hamed Boland Hemmat (Ney Anbun, Sorna) û Sepehr Saadatî (Du bas)
Rastakê sala borî li bajarê Stenbolê jî konsertek dabû.
(AY)