Koma Amed ku di salên 1990î de bi gotinên xwe yên siyasî, şêwaza muzîka resen û awazên xwe yên pirrengî bûbû dengê nifşekî, piştî gelek salên sirgûn, qedexe û zextan, xwe amade dike ku li Stenbolê bigihîje hezkiriyên xwe. Koma Amed di Newrozê de wê li ser dikê be.
Newroza îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” herî kêm 53 navendê bê pîrozkirin. Li Stenbolê Newroz dê di 22ê Adarê de bê pîrozkirin.
Endamê Koma Amed Serhad Çarnewa li ser medyaya civakî diyar kir ku Koma Amed dê tev li Newroza Stenbolê bibe.
Koma Amed diviyabû di 20e Kanûna 2025an de li Stenbolê konserekê li dar bixista lê ji aliyê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê bi hinceta konser “ne guncaw e” hatibû qedexekirin.
Koma Amed li Amedê konserek heybet li dar xistibû

Di 25ê Cotmehê de Şaredariya Peyasê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Sanatça Organîzasyon li Qada Newrozê ya Amedê bi beşdariya sed hezaran kes konsera Koma Amed li dar xistibû. Koma Amed piştî 30 salan cara yekemîn li herêmê û Tirkiyeyê konserek li dar xistibû.
Derbarê Koma Amed de
Kom, sala 1988an ji aliyê xwendekarên Fakulteyên Tipê yên Zanîngehên Enqere û Hacettepeyê ve hat damezrandin.
Di nav endamên destpêkê yên komê de Evdilmelîk Şêxbekir, Gulşen Çetîn, Savaş Çakmak, Rohat Kutlay, Fikrî Kutlay, Mustafa Kart û Ahmet Kaya hebûn.
Albuma yekem sala 1990î bi navê "Kulîlka Azadî" derket û dengekî mezin veda.
Yek ji endamên destpêkê yên komê Evdilmelîk Şêxbekir, ji bo avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî kedeke mezin da.
Evdilmelîk Şêxbekir, Îlona 1991ê tevlî refên PKKyê bû û sala 1992yan jiyana xwe ji dest da.
Komê paşê bi beşdariya gelek hunermendên din xebatên xwe domand lê hinek endamên komê piştî albuma "Dergûş" a sala 1997an ji ber sedemên siyasî neçar man ku penaberî welatên Ewropayê bibin.
Albumên komê:
Kulîlka Azadî (1990)
Agir û Mirov (1995)
Dergûş (1997-98)
(AY)

