Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şirketa Avahîsazî, Tûrîzm û Pîşesaziyê ya bi navê Kolînê bi awayekê fermî ji Saziya Reqabetê xwestiye ku ew ê para xwe ya di Balafirgeha 3. a Stenbolê de bifiroşe.
Bixwîne - AVAKIRINA BALAFIRGEHA 3.Hêzên Ewlehiyê 3 karker desteser kirine
Li gor îlana li malpera Saziya Reqabetê hatiye weşandin Kolinê xwestiye para wê ji bo şirketên; Kalyon û Cengiz bê firotin.
Para şirketa navborî di van deran de heye:
*Birêvebirina balafirgehê
*Xizmetên ji bo ewlehiyê
*Avahîsazîya balafirgehê
*Xizmetên ji bo zanist û teknolojiyê
*Para di Lodos Elektrîkê de.
Kolinê çi kiriye
Şirketa Kolinê hin projeyên mezin temam kirine. Wê Navenda Trênên Lezgîn ên Enqereyê, Çêkirina rêya hêsinî ya Enqereyê, xetên hêsinî yên Marmarayê(rêya li bin behra Stenbolê re diçe.)
Bendava Yusufelîyê, Satrala Termîk ya Somayê...
Balafirgeh dê kengê bi temamî bar bike
Li gor bernameya fermî ji 1ê Adarê heta 3yê Adarê(siet 00:00ê) tiştên li B alafirgeha Ataturkî dê ji bo Balafirgeha 3. a Stenbolê bê barkirin.
(TP/MB)