Koçerên ku li zozanên Wanê havînê heywanên xwe çêrandin piştî ku serma ket kon û çadirên xwe kom kirin û tevî keriyên xwe dest bi vegera ji zozanan kirin.
Vegera koçeran bi mehan didome û koçer bi şev koça xwe datînin û digel zor û zehmetiyê ji zozanan dadigerin.
Koçer di dema dagerê da heywanên xwe diçêrînin û bi panelên tavê jî hewcedariya xwe bi ceyranê pêk tînin.
"Piraniya heyata me li zozanan derbas dibe"
Ji koçeran Bahrî Taş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir her sal havînê ji bona heywanên xwe biçêrînin ji Nisêbîna navçeya Mêrdînê tên zozanên li Gurpinar û Başqeleya navçeyên Wanê.
Ji zozanan dagera dûr û dirêj ya koçeran
Taşî diyar kir heyata wan li zozanan derbas dibe û wiha axivî: "Em li zozanên li Wanê 3 mehan dimînin û pey ra vedigerin Mêrdînê. Her sal em wiha dikin. Herî zêde şert û mercên hewayê û vegirtin û rakirina kon û çadiran zora me dibe. Em bi şev û bi roj li ser rê ne û di nav talûkeyê da ne. Carna ber û bereket zêde ye û carna jî bi dilê me nîne. Îsal xweş derbas bû. Qederê hezar pezê me hene û 15 roj e em bi rê da ne. Em pezê xwe diçêrînin û diçin û em dixwazin di nav 3 mehan da bigihîjin Mêrdînê."
Barê giran li ser pişta jinan e
Ji koçeran Rabîa Bulutê diyar kir ji zozanên Başqeleyê diçin Midyada navçeya Mêrdînê û got ku rêwîtî û dagere me dûr û dirêj e.
Bulutê destnîşan kir heyateke zor û zehmet derbas dikin û wiha peyivî: "Em diçin ku derê çadirên xwe datînin û peyra cardin radikin. Em li ser kuçikan xwarina xwe çêdikin. Li ber me rêwitiyeke ku wê 2 meh berxwe dide heye. Em ê herin Midyada navçeya Mêrdînê. Em ê li wir cardin derkevin zozanan û çadirên xwe daynin. Li zozanan em heywanên xwe didoşin û nan lêdixin. Wexta hewa xweş nebe em ji heywanên xwe ra ciyên ku tê da bihewin çêdikin. Tevî zozanan em 4 meh e bi rê da ne. Em ê 6 meh li Midyadê bimînin û cardin werin van deran."
(MB)
Çavkanî: Nihat Kavşut |AA