Li Amedê, bi hevkariya Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn (OSAD), 9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê hatibû destpêkirin. Festîval bi hemû rengeniya xwe didome.
Di çarçoveya festîvalê de belgefîlma “Yeni Han” a ku ji aliyê derhêner Bingöl Elmasê ve hatiye nivîsandin û derhênerîkirin, bi temaşevanan re hate parvekirin. Piştî nîşandana ku bi beşdariyeke zêde pêk hat, derhênerê fîlmê pirsên temaşevanan bersivand.
Yeni Han: Mekanê ku kaxiz tên wergerandin, jiyan ji nû ve têne nivîsandin
Fîlm li ser koçberî, biyanîtî û îmkana nazik a hevjîyanê hatiye avakirin. Li taxa Aksarayê ya Stenbolê, mirovên ji erdnîgariyên cuda, ji Sûriyeyan bigire heta Somalîyan, ji Ûyguran bigire heta Qazaxan, li vê derê digihêjin hev. Navenda vê hevgirtinê jî Yeni Han e: Mekanê ku kaxiz tên wergerandin, jiyan ji nû ve têne nivîsandin. Hêvî û bêbawerî, nasname û nakokî, bêdengî û têkilî li vir bi hev re dikevin nav hev. Li derveyî hanê jî, her çend xwecihî û penaber li heman kolanê bijîn jî, mesafeyeke nedîtbar têkiliyên wan diyar dike. Kameraya Elmasê, guh dide vê bêdengiya mesafeyê.
Li taxa Aksarayê ya Stenbolê, rêyên koçberên ji erdnîgariyên cuda li Yeni Hanê digihêjin hev. Ji Sûriyeyan bigire heta Somalîyan, ji Ûyguran bigire heta Qazaxan, ev mekanê pirçandî zehmetiyên koçberiyê, lawaziya biyanîtiyê û îmkana hevjîyanê dide xuyakirin. Kameraya derhêner Bingöl Elmas jî vê mesafeya di navbera van kesihetan de, bêdengiyê û tengezariyên civakî tomar dike.
Derhêner Bingöl Elmasê, pirsên bianetê yên derbarê fîlmê de bersivand.
Ji Çapayê heta Aksarayê: Rûyeke ku bi domdarî diguhere
Çi bû sedem ku we ev belgefîlm li Yeni Hanê kişand, Çima bi taybetî we ev mekan hilbijart?
Ez li Çapayê dijiyam. Çapa û Aksaray pir nêzîkî hev in. Di dema ku ez li wir dijiyam, xeta Aksarayê jixwe cihêkî pir kozmopolît bû, rûyeke wê ya ku bi domdarî diguherî hebû. Lê di van demên dawî de bi temamî guherî. Berê cihê bazirganiya çenteyan bû, lê paşê zêdetir Sûriyeyî hatin, Îranî hebûn, Rûs hebûn. Bi vî awayî guhertineke domdar dest pê kir. Lê berê tenê profîla mirov diguherî, şekl û şemala dikanan ewqas zêde nediguherî. Niha min dît ku şeklê dikanan, navên wan, her tişt guherî. Û di encamê de, ji ber ku ev mirov jî cîranên min bûn, min fikirî ku divê ev veguherîn bi teqazî bê kişandin. Yanî du derdên min hebûn. Ya yekem: Çima nasnameyeke bajarên me tune? Çima mesela gava tu diçî Îngiltere an cihêkî din, tu dikarî piştî bi dehan, bi sedan salan jî mekanekê li cihê wê bibînî? Lê li cem me yan nav, yan tabelayên wan yan jî naveroka wan diguhere. Her ku şeklê bajaran diguhere, têkiliyên bi mirovan re jî diguhere. Ji ber vê yekê, bê nasnamebûn, bê nasnamebûna bajaran ji bo min girîng bû. Meseleya din jî, min xwest fîlmekê li ser koçberan çêkim, ku bi domdarî li ser wan gotinên nefretê têne hilberandin, rastî cudakarî û nijadperestiyê tên. Û min tercîh kir ku gotinên wan ên xwe, dengên wan ên xwe bêne bihîstin.
"Fîlmek ku fonksiyona xwe û armanca xwe pêk tîne derket holê"
Gava we dest bi rê kir, we fîlmekê çawa xeyal dikir? Gelo di pêvajoyê de fîlm ber bi rêyeke cuda ve çû an na?
Min plan kiribû ku bi mirovan re têkiliyeke nêzîktir çêkim, bi mekanê re têkiliyeke dirêjtir bijîm. Lê bi civakeke ku li ser wê ewqas nûçeyên neyînî têne belavkirin, bi gotinên nefretê tê armanckirin, tu nikarî bi hêsanî têkiliyê çêkî. Mirovên ku tu nas dikî, bi wan re dipeyivî û razî dikî, du roj şûnde dikarin ji tirsê paşve gav bavêjin. Axir, cihê ku çîrokên ne bi temamî qanûnî lê dizivirin. Ji ber vê yekê jî, ew zêde naxwazin ku kamerayan li dora wan hebin. Ji ber vê yekê, min nikarîbû xebateke ku ez dikarim sinematografiya wê dirêj bifikirim çêkim. Lê di encamê de, fîlmek ku fonksiyona xwe û armanca xwe pêk tîne derket holê.
"Her kes li dijî nijadperestiyê ye, lê di rastiyê de nijadperestî di nav şaneyan de belav bûye"
Di belgefîlmê de gotinên nijadperestî balê dikişînin. Gelo vê rewşê li ser we fikarek çêkir an we fîlm ji bo neqandina neynikê ji civakê re çêkir?
Yanî nijadperestî niha li seranserê welat weke nexweşiyekê ye. Û kes nijadperestî, wateya wê û bersiva wê ya di xwe de qebûl nake. Ger tu bipirsî, her kes li dijî nijadperestiyê ye, lê di rastiyê de nijadperestî di nav şaneyan de belav bûye. Ji ber vê yekê, gava tu fîlmekê ku nijadperestiyê pir zelal dike çêkî, fikarên te jî hene ka nijadperestek dê vê fîlmê fêm bike an na. Ji ber ku mîna ku di mesela jinê de ye; kes tûndkariya li ser jinan qebûl nake, kes xwe weke pirsgirêk nabîne. Di nijadperestiyê de jî kes nabêje “Ez nijadperestim”. Ji ber vê yekê mesela fîlmê jî ev e: Ma peyam dê bi rastî bêne fêmkirin, an mirov dê vê yekê ji bo pesnê xwe bikar bînin?
Kêmasiya empatî û bêşefqatiya civakî
Di fîlmê de em dibînin ku mirov bi domdarî li ser kesên din dipeyivin û nikarin empatî bikin. Te ev axaftinên bi rehetî çawa nirxand?
Nobranîya serdemê, polarîzasyona siyasî… Em di demeke bêşefqat û bêmerhemet de ne. Li ser vê yekê jî gelê ku bê amadekarî hatiye hiştin heye. Ne perwerdehî, ne avahiya aborî û civaknasî mirovên ku karibin tiştekî bibînin û sererast bikin amade dike. Ev jî mirov dike nijadperest, êrîşkar û lînçkar. Ji ber vê yekê ev encamek e. Ez nafikirim ku mirovên di fîlmê de di eslê xwe de xerab in. Ew ji ber şertên aborî, pergala perwerdehiyê û angajmana siyasî van tiştan dijîn û dibêjin. Ev hinekî wisa ye.
“Han mîna Tirkiyeyê ye, ne ji bo jiyanê ye”
Di belgefîlmê de di navbera Hanê û Tirkiyeyê de berawirdiyek tê kirin; tê gotin, “Han jî mîna Tirkiyeyê ye, ne ji bo jiyanê ye”. Piştî ku kişandin qediyan, hûn vê berawirdiyê çawa dinirxînin?
Ez bi vê yekê re me. Han di rewşeke “ji Xwedê re hiştî” de ye; wêran û hilweşiyayî ye. Qaîde hene, lê qaîdeyên ku bi kêfa xwe têne sepandin. Kesên ku îdîa dikin xwediyê hanê ne, di serî de xwe van qaîdeyan binpê dikin. Sazî û buroyên li hundir jî zêdetir di nav derdê “Em çawa qanûnan bişkînin, çawa rêyekê bibînin” de ne. Pêdiviyên mirovên ji bo xaniyê û cîhbûnê bi dilovaniya bazirganiyê ve hatine hiştin.
Ev yek ji bo welat jî derbasdar e. Di normalê de divê dewlet ji bo xizmetkirina welatiyên xwe polîtîka hilberîne, lê bi gelemperî ew bazirganiya xwe dike. Ji bacê heta trafîkê, ji perwerdehiyê heta qadên din, bi domdarî bi zihniyeta bazirganiyê tê birêvebirin. Ji ber vê yekê ji bo mirovan bêbawerî, tehlûke û bêbextî çêdibe. Ev hem ji bo welat hem jî ji bo hanê derbasdar e.
“Yeni Han metaforeke Tirkiyeya îro ye”
Ji xeynî ku Yeni Han mekanek e, li gorî we çawa metaforek e?
Li gorî min, ev rewşeke ku rewşa welat diyar dike. Şertên me yên niha rave dike. Gelek cihên me rastî tahribatê hatine, lê em hê jî bi derdê canê xwe dixebitin ku li ser piyan bimînin. Hê jî em hewl didin ku roj bi roj bijîn. Rewşeke pir dişibe vê.
Tengezariyên civakî û sînorên nedîtbar
Li gorî we, Yeni Han tengezariyên civakî yên ku îro li Tirkiyeyê têne jiyîn çawa dide xuyakirin?
Di encamê de gotineke nefretê heye. Her kes ji rejîmê, ji welat, ji serdema ku tê de dijî westiyayî, hêrsbûyî û bêzar e. Lê kes hêrsa xwe ber bi desthilatdariya ku ev rêziman çêkiriye ve nade. Hesab ji mexdûran tê xwestin. Û her kes hêza xwe li kî tê, ber bi wî ve dibe: Carinan Kurd, carinan Sûriyeyî, carinan Somalî… Kes ji berpirsyarên rastî hesab napirse. Ji ber vê yekê, em civakeke ku hewl dide bi hev re bijî, lê amade ye hev biguhêre.
"Temaşevan xwedî hişmendiyekê ne"
Bertekên yekem ên temaşevanan çi bûn? Temaşevanan xwe di vê neynikê de çawa dîtin?
Ev der cihê temaşevanên bi hişmendî ye. Encamê de mirovên ku li Amedê tên ji bo temaşekirina belgeselan xwedî hişmendiyekê ne, lêpirsîneke wan heye. Ji ber vê yekê, ez difikirim ku wan tiştê ku min niyet kiribû fêm kirin. Lê bi taybetî, ez ji festîvalan zêdetir nîşandanên taybet ên li bajaran plan dikim. Ez meraq dikim ka ew ê li wir çawa bandor bike. Berê jî di fîlmên Evcilik û Nameyên ji bo Pippayê de min pêvajoyeke wisa jiyabû. Ez ji “hevdîtina rastî” ya bi komên cuda re meraq dikim.
Ji bo fîlmên we yên berê hûn rastî çi bertekan dihatin?
Pir balkêş bû. Mînak, piştî fîlma Nameyên ji bo Pippayê, hin mêr di destpêkê de hêrsbûyî bûn. Lê paşê gotin ku wan tiştên ku berê nedîtibûn û rûbirû nebûbûn fêm kirin. Me li ser mijara baweriyê, cudakariyê, têkiliyên jin-mêr, karanîna mekanan axivî. Gelek tişt bûn sedem. Gelek kes difikirîn ku zewaca zarokan qediyaye, lê di rastiyê de fêm kirin ku ew hê jî bi awayekî sîstematîk berdewam dike. Ji bo jinan burs hatin dayîn, bû sedema vekirina komeleyan, xebatên nû hatin kirin. Yanî bersiveke pirreng derket holê.
Di vê fîlma we ya dawî de jî hûn difikirin ku rûbirûbûnek wisa çêbibe?
Belê. Ji ber ku di vê mijarê de her kes xwe bêpar dibîne. Lê dijberiyeke bêhempa ya li hember koçberan heye. Tew bi mirovekî ku gelek xwendiye, nivîsandiye, bi aqil jî be, gava behsa Sûriyeyan tê kirin, dibe ku gotinên wî we bişewitîne. Ji ber vê yekê, bi taybetî di vê fîlmê de, ez difikirim ku fersendek heye ku em van nîqaşan bi awayekî berfireh bikin. Îdîaya fîlmekê zêde nabe. Lê di wateya ravekirin, nîşankirin û li ser axaftinê de dikare bersivek hebe.
Gelo belgefîlma we dikare bi nêrîneke femînîst were xwendin? Derbarê tunebûn an nedîtbariya jinan de hûn çi dibêjin?
Tenê karektera me ya jin heye. Ew han, ew şekl, yanî hinekî. Mesele bi avakirina tiştan weke ku ne têkildar bû. Di hilbijartina karekteran de, min her tim jinbûnê weke pêşengî dît. Lê rewşeke wisa tunebû. Li gorî min, ji ber ku ez derhênereke jin im û nêrîna min, fîlm dikare xwedî perspektîveke femînîst be. Lê divê ev yek ne ez, lê temaşevan bêje.
Di dema kişandina Yeni Hanê de hûn rastî çi zihmetiyan hatin?
Her kes çîroka xwe bi awayekî cuda vedibêje. Di hevpeyivînên me de, tirs û fikarên mirovan hebûn. Ji ber vê yekê, ez difikirim ku wan tiştên ku bi rastî dixwestin bibêjin negotin. Ji bo ku li Tirkiyeyê bimînin, wan hewl da têkiliyên zêdetir “xweş” û temkînî ava bikin. Tevî têkiliyeke ewqas dirêj jî, rewş wisa bû. Mînak, karekterên ku min nexistim nav fîlmê hebûn. Di hevpeyivînê de çîrokeke cuda vedigotin, lê paşê gotin ku di şer de bi awayekî pir qirêj cih girtine. Min ev nexistin nav fîlmê. Ji ber vê yekê, derbarê qatên cuda yên şer de bersivên min ên bi rehetî tune ne.
Li gorî we, ev belgefîlm dê di pêşerojê de çawa tevkariyê li bîra civakî ya Tirkiyeyê bike?
Ez nikarim vê yekê bibêjim. Niyeta min ev e, hêviya min jî ev e. Lê ya din ez nizanim. Encamê de, niha rewşa fîlman, qada çand û hunerê ne zêde baş e. Berê fersendên me yên nîşandanê û têkiliyê zêdetir bûn. Niha her tişt zuha bûye, ev der jî pir çol bûye. Ji ber vê yekê, hem hilberandin, hem domdarkirin û hem jî zêdekirina têkiliyê pêwîst e. Em ne ekîbên mezin in.
Lê em ê biserkevin, em ê bixebitin.

(İY/AY)
.jpg)






