Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koçberên ku ji 12ê Çiriya Pêşiyê ve ji bajarên Meksîkayê yên Guatemala, Honduras û El Salvador bi rê ketine û dixwazin biçin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) gihane sînorê Amerîka-Meksîkayê.
Bixwîne - Trumpî ji penaberan re gotiye: Artêşa me li bendî we ye
Koçber li bajarê li ser sînorî yê bi navê Tijuana kom bûne. Berdevkê şaredariya wî bajarî Mario Usonayî gotiye 800 penaber gihane bajarî û yên dî di rêyan de ne.
Çi bûbû?
12ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ji Guetemala, Honduras û El Salvadorê penaber ber bi DYAyê ve dest bi meşê kiribûn. Meş bi beşdariya penaberên nû berdewam dike.
Hatiye diyarkirin ku 1600 kîlometre mayê paneber bigihêjin sînorê DYAyê û ji bo bigihêjin ser sînorî, demeke dirêj divê. Lê digel vê rewşê jî DYAyê biryar girtiye ku 5 hezar û 200 leşkeran bişînin ser sînorî.
Rayedarên DYAyî diyar dikin ku ew hejmara meşvanan bi zelalî nizanin lê tê diyarkirin ku hejmara wan di navbera 7 hezar û 10 hezaran de ye.
Li gorî nûçeya The New York Timesê, hejmara wan ji 7 hezaran daketiye 3 hezar û 500î. Lê ji ber ku li ser rê hin kesên din beşdarî wan dibin, ev hejmar her gav diguhere.
Trump: “Artêşa me li bendî we ye”
Donald Trump, Serokê DYAyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: “Tika dikim ku hûnê vegerin, heta hûn di pêvajoya qanûnî re derbas nebin, hûnê ji bo DYAyê neyên vexwendin. Ev, dagirkirina welatê me ye û artêşa me li bendî we ye.” (HA/FD)