Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê lêpirsînek daye destpêkirin û ji bo parêzer Tamer Dogan, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, nivîskar Temel Demîrer, rojnameger Zeynep Kûray û Hakan Gulseven û Ozen Kulaçoglû, lîstikvan Defne Halmanê biryara desteserkirinê derxistiye.
Polîsan bi ser malên Perîhan Koca, Hakan Gulseven, Ozen Kûlaçoglû û Temel Demîrerî de girtine û ew desteser kirine.
Her weha çûne mala Zeynep Kûrayê, lê ji ber Kûray ne li mal bûye, nehatiye desteserkirin.
AA: 24 kes hatine desteserkirin
Ajansa Anadolûyê di nûçeya xwe de gotiye ku “Operasyon li dijî ‘Tevgera Bênavan’ a li ser medyaya civakî mesajên provokatîf diweşînin pêk hatiye û 24 gumanbar hatine desteserkirin.”
Di heman nûçeyê de hatiye gotin ku li Stenbolê 18 kes, Balikesîrê 2, li Aydin, Amed û Tekîrdagê jî her yek jê kesek hatine desteserkirin.
Partiya Azadiya Civakî (TOP) li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye ku berdevka wan Perîhan Koca hatiye desteserkirin.
Polîsan bi ser mala Tamer Dogan, parêzer Taylan Kûlaçoglûyî de jî girtiye. Komeleya Çanda Kedkaran a Daricayê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku “Polîsan di saet 6.30 deqîqeyên sibehê de bi ser Tolga Kûbilay Çelîk, endamê komeleya me de girtiye û ew birine Vatan Emniyetê. Polîs li mala Parêzer Tamer Dogan, endamê me yê din de jî girtiye û li wir lêgerîn dewam dike. Em ê pêvajoyê bişopînin.” (TP/FD)