Ji bo nûçeya Tirkî
Şaxa Komaleyên Mafên Mirovan (KMM) ya Amedê derbarê îxlalkirinê ku dema pêkanîna qedexeyê de hatine kirin de raporeke amade kiriye.
Di raporê de ji heyeta lêpirsînê re hatiyew ragihandin ku tê fikarkirin ku weke salên 90î faliyetên kontrgerîla dîsa pêk werin.
Di 21ê Hezîranê de li 25 gundên girêdayê 5 navçeyên Amedê derketina derve hatibû qedexekirin. Rojeke piştî wê biryarê li 39 gundên Liceyê jî derketina derve hat qedexekirin û li wê deverê li dijî hêzên PKKê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.
'Gelek gund hatin valakirin û şewitandin'
Di wê rapora KMMya Amedê de wiha hat gotin:
*Devera Sisê, Hênyat, Derxûst, Huseynik û Cezûrê bi temamî hatin valakirin û aliye Sisê, Hênyat û Derxustê jî bi temamî hatin şewitandin.
*Li gundikê Mahleyê nehiştin ku welatî eşyayên xwe jî hilînin û bi wî awayî bi darê zorê ji gund hatin derxistin.
*Ji gundên devera Lice, Pasûr û Çewlikê bi ti awayî agahî nayê hilanîn. Li wan deran telefon û ceyran jî hatine qutkirin.
*Devera Mişref, Licok, Kerwas, Nenyas û Cenezûrê bi temamî hatine şewitandin û ji welatiyên wê herêmê ti agahî nayê girtin.
*Gelek welatiyên ku bi darê zorê ji gundên xwe hatin derxistin, neçar man û koçê navenda Amedê kirin.
(AS)