Edîtora beşa tirkî ya bianetê Evrim Kepenekê bi nameyekê hevpeyvînek bi hevserokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk Selahattîn Demirtaşî re kiriye.
Demirtaşî ji Girtîgeha Edirneyê bersiva pirsan bi nameyekê şandiye. Selahattîn Demirtaşî ji bianetê re diyar kiriye ku kitêbeka wî ya çîrokan û romaneka wî dê derbikeve.
Weşanxaneya Dipnotê dê kitêba wî ya çîrokan meha Nîsanê biweşîne, herweha heman weşanxane dê di mehên payîzê de jî romaneka Demirtaşî biweşîne.
Xêz
Demirtaş ji bilî karên edebî wêneyan jî xêz dike. Wî du wêneyên xêzkirî ji bo bianeê şandiye.
Gotinên stranan
Hevserokê berê gotiye:
“Min heta niho gotinên 16 stranan jî nivîsîne. Ew kesên li derve, we guhdariya du stranan kiriye lê min hêj guhdarî nekiriye.
“Min divê rojekê ez hemî stranan li derve lê bidim û bibêjim.
“Ez nizanim notayan binivîsim. Ji ber wê nikarim bi notayan bişînim derve. Herweha îmkanên qeydkirinê jî nîne.”
Wî li ser greva birçîbûnê diyar kiriye:
“Da ku grevên birçîbûnê rê li ber pêvajoyeka çareseriyê veke, divê civak xwe lê bike xwedî.”
Demirtaşî li ser hilbijartinên birêvebiriyên herêmî jî gotiye ku kampanyaya hilbijartinê bi şêweyekê welê tê kirin ku ti caran siyaset û etîk ev qasê nehatiye binpêkirin.
(MB)