Dadgeha Cezayên Giran a Qersê, kitêba Andrew Collinsî ya bi navê “ji xwelîya Milyaketan, mîratê qedexekirî yê nijadeka gunehkar” qedexe kiriye. Avestayê kitêba navborî sala 2012ê bi zimanê tirkî weşandibû.
Dadgehê eşkere kiriye ku kitêb diyar dike ku “ji xwe ve dirokeka kurdistanê heye.” Ji xwe armanca sereke ya PKK/KCKyê ew e. Bi awayekê ne rasterast kitêb propagandaya rêxistinê dike.
Di du salên dawiyê de 20 kitêbên Avestayê hatine qedexekirin. Weşanxane sala 1995ê hatiye avakirin û ji wê rojê ve ji bo 40 berheman lêpirsîn li weşanxaneyê hatiye vekirin.
Xwedî û edîtorê weşanxaneyê, Abdullah Keskînî ji ber di hesabên medyaya civakî de nivîsîna navê Kurdistanê îfade dabû navenda polîsan ya Amedê.
9 kitêbên hatîn qedexekirin tezên doktorayê yên akademîsyenên Ewropî û Rûsî ne.
(MB)