Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka KJAyê Ayla Akat Ata piştî ku li Amedê hatin girtin wan birin Girtîgeha Tîpa F ya Kocaeliyê û her sê jî di hucreyan de di bin tecrîtê de ne.
Derbarê mijarê de Parêzer Ramazan Demir daxuyanî da bianet’ê û diyar kir ku Gulten Kişanak û Ayla Akat Ata li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1. ya Kandira-Kocaeliyê, Firat Anli jî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2. ya Kandira-Kocaeliyê bi cih kirine.
Parêzer Demir got ku wî Kişanak û Akat-Ata re hevdîtin pêk anîne û rewşa wan jî baş bûye.
Her sê siyasetmedarên Kurd di 30ê Cotmeha 2016an de ji hêla Dadgeha Sulh Cezayê ya Amedê ve hatibûn girtin û duh destê sibê jî wan birin Girtîgeha Tîp a F ya Kandira-Kocaeliyê.
“Biryara girtinê li wan ecêp nehatiye”
Parêzer Ramazan Demir got ku di rastiyê de li Girtîgeha Tîp a F ya Kandirayê girtiyên mêr dihatin bicihkirin lê, ev demek e girtiyên jin jî dişînin wir.
Demir got ku beşek ji wî girtîgehê bo girtiyên jin hatiye valakirin û ji xeynî Kişanak û Akat-Ata ji Girtîgeha Bakirkoyê jî 6-7 girtiyên jin neqlê wir harine kirin.
Li girtîgehê gardiyanên jin jî hene.
Demir destnîşan kir ku Akat-Ata û Kişanak ji ber biryara girtinê matmayî nebûne û got: “Ew dizanibûn ku di demeke nêz de tişteke wiha bibe. Gelek balkêş e ku Kişanak piştî axavtina xwe ya li Komîsyona Meclisê hate binçavkirin.”
Çi bûbû?
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli di 25ê Cotmeha 2016an de li Amedê hatin binçavkirin.
Her du hevşaredar bi îdiya “endamê rêxistinê ne” hatin binçavkirin.
Kişanak û Anli 5 roj binçavkirî man û destûr nedan ku parêzerên xwe rejî hevdîtin bikin û piştre sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Ayla Akat Ata jî dema li ber avahiya Şaredariya Amedê ji bo şermezarkirina binçavkirina hevşaredaran daxuyanî dida, hate binçavkirin. Ligel Akat-ATA Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zulkuf Karatekin jî tê de 25 kes hatibûn binçavkirin.
Kişanak, Akat-Ata û Anli di 30ê Cotmehê de piştî îfadedayîna li dozgeriyê bi daxwaza girtinê her du jî sewqî Dadgeha Sulh Cezayê ya Amedê hatin kirin. Dadgehê derbarê her sê siyasetmedarên kurd de biryara girtinê da.
(AS/YO)