Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ku piştî ifadedayîna li dozgeriyê ji hêla Dadgeha Sulh Cezayê ya Amedê ve hatin girtin.
Berdevka KJAyê û Parlementera BDPê ya bere Ayla Akat jî ku ji ber çalakiya şermezarkirina binçavkirina hevşaredarên Amedê, hatibû binçavkirin; piştî îfadedayînê hat girtin.
Derbarê lêpirsîna hevşaredaran de biryara veşartinê heye lêbelê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ragihand ku Kişanak bi tewanbariya “rêvebira rêxistinê ye, Anli jî bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” tên sûcdarkirin.
(AS/YO)