Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kamîl Erkût Gure Serdozgerê Komarî yê Amedê got ku kincên wek hev şandine Girtigehên Tîpa D û ya Tîpa E ya Amedê ku di çarçoveya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya hejmar 696ê de biryar hatibû girtin li girtîgehan kincên wek hev li girtiyan bikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê, Kamîl Erkût Gure Serdozgerê Komarî civîneke çapemeniyê li dar xist û sala 2017yê nirxand.
Gureyî di civînê de biryara KHKyê bi bîr xist ku li gorî vê biryarê girtiyan dema dibin ji derveyî girtîgehê kincên wek hev li wan bikin û wiha got:
“Hatiye tespîtkirin ku li Girtîgeha Tîpa Dyê 923, li ya Tîpa Eyê jî 58 girtî hene ku divê kincên wek hev li xwe bikin.
“Hatiye tespîtkirin ku 5 kesên Hewl dane Pergala Destûra Bingehîn Biguherînin wê kincên behîvî, 981 kesên weke endam û rêveberên rêxistinên terorê ne wê kincên gewr li xwe bikin.
“Kincên navborî hatine girtîgehên li Amedê û ji bo kincan li girtiyan bikin em li bende rêziknameyê ne.” (EKN/FD)
* Foto: pixabay