* Foto: Doğukan Keskinkılıç – Ankara / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) ew biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) rexne kiriye ku YSKyê gotibû ew ê mazbataya nedin şaredarên di encama Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan de (KHK) hatine ixrackirin.
YSKyê 11ê Nîsanê biryar girtibû û gotibû ew ê mazbatayan nedin kesên di encama KHKyan de hatine ixrackirin lê di hilbijartina herêmî ya 31ê adarê de hatine hilbijartin. YSKyê heman biryar ji bo endamên meclîsan ên şaredariyan û endamên meclîsên giştî yên bajar jî dabû.
“We destûr da wan ku bikevin hilbijartinê”
Kiliçdaroglûyî îro di nirxandina xwe ya hilbijartinê de li ser vê mijarê jî axivî ye û wiha gotiye:
“Ez ji vir bang li YSKyê dikim, we destûr da wan ku bikevin hilbijartinê. Van kesan ji dozgeriyan belge wergirtin, lijneyên hilbijartinan ên navçe, bajêr û YSKyê ev qebûl kirine. Ev hatin ragihandin. Hin ji van di hilbijartinê de bi ser ketine.
“Divê hûn mazbatayan bidin wan kesan ku di hilbijartinê de bi ser ketine. Heke na ev tê wê wateyê ku weke civak me şermeke mezin di warê demokrasiyê de kiriye”.
Çi bûbû?
Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) 11ê Nîsanê biryar dabû ku ew kesên bi KHK(Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de) ji karê xwe hatîn avêtin nikarin bibin şaredar.
Bixwîne - "Yên bi KHKyan ji karî hatîn avêtin, nikarin bibin şaredar"
Ew kesên ku bi KHKyê ji karê xwe hatîn avêtin bûbûn berbijarên şaredariyan û di hilbijartinê de hatibûn hilbijartin.
YSKyê diyar kiriye ku “Ew kesên bi vî rengî ji karê xwe hatîn avêtin nikarin di karên civakî de bibin wezîfedar, çênabe di sazîyên civakî de cih bigirin.”
Hemî endamên YSKyê ji bo vê biryarê dengê erê dane.
Bi piraniya dengên endaman herweha biryar hatiye dayin ku “mezbete dê ji bo kesê/a duyem bê dayin.”
Şeş şaredarî dê ji HDPyê biçe ji AKPyê re
Çar endamên YSKyê jî fikra xwe ya li dijî biryarê diyar kirine. Wan daye zanîn ku divê li wan cihên ku kesên bi KHKyê ji karî hatîn avêtin bi ser ketine divê dîsa hilbijartin bê kirin.
Cihên ku berbijarên “KHKyî” lê bi ser ketine:
Amed, Baglar Zeyyat Ceylan, ji sedî 70.34 (HDP), di rêza duyem de Hüseyin Beyoğlu (AKP), ji sedî 25.46 deng standine.
Wan, navçeya Tuşpa, Yılmaz Berki ji sedî 52,93 deng standine di rêza duyem de Salih Akman ji sedî 39.37 deng standine.
Wan, Artemêt Gülcan Kaçmaz Sayyiğit(HDP) ji sedî 53.81, deng standine, İsmail Say (AKP) ji sedî 41.79 deng standine.
Wan, Bazîdaxa, Leyla Atsak(HDP) ji sedî 53, deng standine , Şefik Ensari(AKP), ji sedî 43.43 deng standine.
Erzirûm, Tatos, Müzahit Karakuş(HDP) ji sedî 48.53, Mustafa Ergin (AKP) ji sedî 46.50 deng standine.
Qers, Dîgor, nehiyeya Dagpinarê Abubekir Erkmen(HDP) ji sedî 54.25, Ömer Vargün(AKP) ji sedî 44.43 deng standine. (AS/FD)