Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitîkine
Kemal Kiliçdaroglûyî di Mitînga Edaletê ya li Qada Maltepeyê bangewaziya xwe ya ji 10 xalan pêk tê parve kir.
10 xalên ku Kiliçdaroglûyî anî ziman wiha ne:
1. Ji bo 2301 xaziyên me divê baskê siyasî yê Rêxistina Terorê ya Fethullah Gulenî derkeve holê û divê ji derbekarên rasteqîn hesab bê pirsîn.
2. Desthilatdarê hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ji xwe re kiriye fersend û derbeya 20ê Tîrmehê lidar xistiye. Di 20ê Tîrmehê de Rewşa Awarte ragihandiye û dest daniye ser erkên Parlamentoya Tirkiyê. Em ji vê re dibêjin 15ê Tîrmeha Qesrê. Pêkanînê Rewşa Awarteyê ku zîvirîye derbeya sivîl, hêza qanûnçêkirinê, darazê û birêvebirinê di destê yek kesî de kom kiriye. Divê Rewşa Awarte demildest bê rakirin û pergala hiqûqê li gorî krîterên gerdûnî careke din bê avakirin.
3. Divê serbixwebûn û bêalîgiriya darazê bê duristkirin û mafê daraza biedaletê bêkêmasî pêk bên. Divê dest ji wê pêkanîna bi navê “sûcê kolektîv”ê bê berdan ku li dijî mafên mirovan e.
4. Divê weke krîtereke dewleta hiqûqê dest ji wan pêkanînên Rewşa Awarte bê berdan ku mafên ewlekariya civakî û gihaniya darazê ya mexdûran sînordar dikin.
5. Di çarçoveya biryarên berê yên Dadgeha Destûra Bingehîn de parlamenterên girtî demildest bên berdan.
6. Divê rojnamgerên girtî yên ji ber ku tenê karên xwe dikirin demildest bên berdan û hemû fişarin li ser medyayê bidawî bibin. Divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya ramanê bên rakirin.
7. Guhertina Destûrî ya di nava şert û mercên Rewşa Awarteyê de û di atmosfereke ku nîqaşa serbest pêk nehatiye û “hemû derfetên dewletê hatine seferberkirin” de ne rewa ye. Guhertina Destûrî ya li şûna hewcedariyên civakê bicî bîne li gorî bendewariya kesekê hatiye sazkirin, bi biryara dijyaseyî ya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ketiye meriyetê. Ev “hilbijartineke bêmohr” e. Tirkiye nabe bi destûreke ne rewa bê birêvebirin û divê neyê birêvebirin.
8. Divê her cure wesayeta li ser pergala parlamenter a demokratîk bê rakirin.
9. Ji bo jiholêrakirina bêdadiya civakî ya li gelek hêlên civakê tê dîtin divê vîna hevbeş bê lipeşxistin. Divê dawî di çarçoveya welatîtiya wekhev de li wan pêkanînên antîdemokratîk bên anîn ku aştiya me ya civakî ji holê radikin. Divê pêşî li cudaxwaziya li hemberî jinan bê girtin, qadên adaziya jinan bên parastin û mafên jinan li her qada jiyanî ya civakî werin pêkanîn.
10. Divê dadwerî ne tenê di polîtîkaya navxweyî û jiyana civakî de di têkiliyên navdewletî de jî serwer bin. (BK/FD)