Fotograf: AA arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) û namzetê Parlamenteriyê yê Tifaqa Netewparêz Kemal Kiliçdaroglû li Agiriyê bi gel re civiyaye.
Kiliçdaroglûyî di axavtina xwe de bersiva Wezîrê Karûbarên Hundir Suleyman Soylûyî daye ku Soylûyî hilbijartina giştî ya 14ê Gulanê bi gotina “hewldana derbeyê” penase kiribû.
Soylûyî di axavtina xwe de gotibû, “15ê Tîrmehê hewldana derbeya fîlîlî ya wan bû. Niha ez li vir dibêjim. 15ê Gulanê jî hewldana derbeya siyasî ye. Gelekî zelal û aşkere ye. 14ê Gulana 2023yan hewldana derbeya siyasî ya Rojava ye.”
Kiliçdaroglûyî bersiva van gotinan daye: ”Yek ji vana dibêje, gava kesên diçin ser sindoqan dema dengan bidin û desthilatdarî biguhere wê darbe pêk bê, yaw ên ku derbeyê pêk tînin hûn in. Di darazê de bêedaletî heye. Ger zarokek birçî be tê wateya ku li wî welatî bêedaletî heye. Ger hûn heq û hiqûqa Emîne Şenyaşarê nedin wê, tê wê wateyê ku bêedaletî heye.”
Soylû: 14ê Gulanê hewldana derbeya siyasî ye
Gergerlîoglûyî giliyê Suleyman Soylûyî kiriye
(AS/FD)