Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê girtina parlementerên HDPê, rojnameger û nivîskarên Cumhuriyetê de axivî û got: “Bi çi sedemê dibe bila bibe, em her tim li dijî hepskirina siyasetmedar, nivîskar, rojnameger û zanistan e. Eger hûn demokrasixwaz bin, divê hûn qebûl bikin ku yên bi hilbijartinê hatibin divê dîsa bi hilbijartinê biçin.”
Axavtina Kemal Kiliçdaroglu bi vî rengî ye:
“Eger hûn demokrasixwaz bin, divê hûn qebûl bikin ku yên bi hilbijartinê hatibin divê dîsa bi hilbijartinê biçin. Hûn rabin kesên ku hatine hilbijartin bi rêbazên mafyawarî desteser bikin û têxin zîndanan aştî nayê wî welatî. Bila tu kes hewla ku desthilatiyê bibe Koçka Spî neke, tu ne geleke tenê tu şexseke û hew."
Kiliçdaroglu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Her çi dibe bila bibe em li dijî girtina akademisyen, siyasetmedar, mirovên zanist û rojnamevanan in. Helbet divê tekoşîna terorîzmê were meşandin, lê divê ev bi aqil û maqul be."
(YY/YO)