Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîr, Bînalî Yildirim û serokê CHPyê, Kemal Kiliçdaroglû li Qesra Çankayayê civiyan. Civîna herdu serokan 50 deqîqeyan dom kir.
Kiliçdaroglûyî got: ‘’Min ew tiştên ez ji ber wan dikevim di fikarê de ji serokwezîrî re gotin. Divê ev rewşa sergermiya civakê bê guhertin. Divê bi lez û bez em vegerin halê normal. Ez ji serokwezîrî re spas dikim ku wî agahî dan min.’’
Yildirimî got: ‘’ Divê piştî niho em hişyartir bin. Dema em vê rewşê çareser dikin çêdibe hin provakator, hebin. Divê em bersiva pêwîst bidin wan kesên hewil dane vî tiştî bikin. Xeletiyek bi xeletiyeka dî nayê çareserkirin. Li gor qanûnan rewş dê bê çareserkirin. Ji niho pê ve kî ji çarçoveya qanûnan derbikeve bersiv dê bi dijwarî ji bo wan bê dayin.’’
(NV/MB)