Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Kemal Kiliçdaroglû serdana Emîne Şenyaşarê kiriye.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ferît Şenyaşar ji Kiliçdaroglûyî re behsa têkoşîna xwe û dayîka ya li hember bêedaletiyê kiriye û gotiye, “Qetlîam li nexweşxaneyê li pêş çavên dayîka min pêk hat. Qetliyamek bi organîzekirî heye. Ji ber ku parlamenter di nava qetliyamê de ye, kes dozê venake. Nêzî salekê ye em li ber edliyê ne. Dozger ji me direvin. Dozger bûyerê dizanin.”
Parêzerê malbatê Bulent Duran jî agahiyên derbarê dosyeya dozê de bi Kiliçdaroglû re parve kiriye û gotiye: “Qetliyamek pêk hat. Wezîrê wê demê got, tu têkiliya malbatê bi rêxistinekê re nîne. Ev malbata me tenê esnafiyê dikin û bi qetliyamek hovane re rûbirû man. Tu kes nehat girtin. AKPê qetliyam kir û ji xwe re kir ranta siyasî. Em ji bo malbatê û her kesî edaletê dixwazin.”
Gün gelecek bu devlet Emine Şenyaşar ile de helalleşecek. Önce katillerle hesaplaşacak, sonra da anneden helalliğini alacak. pic.twitter.com/9iXKoZNOWn
— Kemal Kılıçdaroğlu (@kilicdarogluk) December 9, 2021
Kiliçdaroglû: Em ê edaletê bi hev re bînin
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî got: “Em ê bi hev re edaletê bînin. Kujer kî bin em ê bi hev re derxin holê. Hûn edalet ê em ê jî peywendiyên siyasî yên bi dozê re bibînin. Divê her kesê xwedî wijdan bi malbatê re be. Ev ne rewşeke asayî ye. Ev doz doza dayika ku zarokên xwe winda kiriye ye. Her kesê ku dibêje em mirov in, divê ji bo vê dozê rabin ser piyan. Tu eleqeya vê meseleyê bi çep, rast û partiyekê re nîne. Ev têkoşîna edaletê ye. Em çawa qêrîna dayikekê nebihîzin?”
‘Ez ê dozê bişopînim’
Kiliçdaroglu aniye ziman ku qetliyam li ber çavên dayikê pêk hatiye û wiha gotiye: “Çiqas dozger hatin guhertin. Em zextên siyasî jî dizanin. Lê ew çi dikin bila bikin, em ê edaletê pêk bînin. Em ê ji bo xatirê vê axê her tiştî bikin. Ev xak bêhna edaletê jê tê. Ev der bajarê pêxemberan e. Em jê re dibêjin bajarê pêxemberan, lê neheqî li ser e û bêdaletî derketiye asta herî jor. Tiştek wiha çawa dibe? Pirsgirêk dê li edliyeyê çareser bibe, dadger û dozger dê werin û çareser bikin. Hemû agahiyên qetliyamê li holê ne. Kes newêre gavekê bavêje. Çima? Ji ber ku wekîlek tê de heye. Ne mebûzek heke ez serokkomar bim wê çi bibe? Birayê min edalet, edalet, edalet. Dayik dibêje ez mafê xwe yê edaletê dixwazim. Helbet zarokên wê venagerin, lê dixwaze agirê dilê wî vemire. Em ê van hemûyan pêk bînin, tu qet xem neke dayika min. Çawa ku tu vê dozê dişopînî, ezê jî wek lawek te û birayê te vê dozê bişopînim."
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(RT/AY)