Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê CHPyê û namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Netewparêzan Kemal Kiliçdaroglûyî derbarê encamên tûra duyem a hilbijartina serokomariyê de li Navenda Giştî ya HDPyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Kiliçdaroglûyî gotiye, wan pêvajoya hilbijartinê “neadilane” ya salên dawî borandiye û hemû derfetên dewletê ji bo yekzilamî û partiya wî hatine terxankirin: “Ez dixwazim ji niha û pê de 25 milyon welatiyên me yên dengên xwe dane min, bi moral li ser pêyan bibinim. Meşa me dewam dike, em li vir in.”
Beşek ji axavtina Kiliçdaroglûyî wiha ye:
“Min nikarîbû destûr bida ku mafê we bihata xwarin, min neda. Min nikarîbû çav jê re bigirta, min negirt.
“Li dijî sîstema zilm û zordariyê, neheqiyê, neadil, ez nikarîbûm bêdeng bimama, ez nemam.
“Niha ez ê ricayekê ji we bikim. Ji bo xwe, ji bo zarokên me, ji bo teqawidbûyên me, dayikên me, bavên me, birayên me yên cotkar, esnaf, piştgiriyê bi berdewamî bidin têkoşîna demokrasiyê.” (VC/FD)