Serokê Giştî yê AKPê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurd de îro bi Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hevdîtin kir.
Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala û Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin jî amade bûn.
Li gorî Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê, têkildarî civînê dê daxuyaniyeke nivîskî bê dayîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Onder beriya civînê li ber deriyê Meclîsê bersiv da pirsên rojnamevanan û got:
"Em bawer dikin ku hem qada siyaseta demokratîk hem jî aştî û xebatên têkildarî vê ji vir û pê ve bi gavên zûtir û bi kalîtetir dê berdewam bike."
Pervîn Buldanê jî wiha got, "Ez dixwazim bi girîngî binê vê yekê xêz bikim ku ev hevdîtineke girîng e.Ji ber ku dibe ku Serokomar cara yekem e ku li ser vê mijarê dê bi me re nêrînên xwe parve bike. Ew dê nêrînên xwe li ser çi divê bê kirin ji me re bîne zimên. Em jî dê derbarê hemû hevdîtinên ku me kirine de agahdarî bidinê. Bila bibe wesîleya aştiyê."
(TY/AY)