Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû 14 roj in ku ji Enqereyê dest bi meşa ber bi Stenbolê ve kiriye.
Kiliçdaroglûyî îro got: "Em ê heta Stenbolê bi meşiyanê û bi keyfê biçin û li ser biryara xwe rijd bin. Bila ti kes ji bo vê yekê nebin asteng. Me amadekariyên xwe li dijî provakasyonên bi hemî rengan kiriye.
Civîna Lijne Birêvebir a Navendî ya CHPyê dê vê hefteyê jî li ser rêya Meşa Edaletê bê pêkanîn.
Kiliçdaroglûyî got:
"Wek hûn jî dibînin her roj meşa me bereketa wê zêde dibe û xweştir dibe.
"Car caran protesto çêdibin lê me ti caran destê xwe li ber ti kesan ranekiriye em ê ranekin."
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.(EKN/MB)
Meşa Edaletê:
Hin xwenîşandaran zibil rijand ber derîyê kampa beşdarên Meşa Edaletê
CHPyê îtiraza girtina Berberoglûyê parlamenter kir dadgehê red kir
Xwenîşandarek di “Meşa Edaletê” de ket krîza dilî û mir