Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP), ji bo operasyona li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axiviye û gotiye; “Wê îro nîqaş li ser tezkereyê çêbibe. Ji bo ziyan negihêje leşkerên me, bi dilşewatî em ê bibêjin erê.”
“Me di serî de got nekevin vê çiravê”
Kiliçdaroglûyî di civîna koma partiya xwe ya meclîsê de axiviye û wiha gotiye:
“Di rojeva me hemûyan de mijara Sûriyeyê jî heye. Çirava Rojhilata Navîn heye. Me di serî de got ‘nekevin vê çiravê’. Em çima dibin pêlîstoka hêzên emperyal?
“Em veguhestine dewleta koşkekê ku ji DYA û Rûsyayê cida cida fermanê distîne. Heqaretên herî giran li me tên kirin. Bi bazdan hîna jî diçin Amerîkayê, ji bo fotografekî.
“Kê di polîtîkaya Sûriyeyê de kar kiriye? Amerîkayê kar kiriye. Rûsyayê kar kiriye. Me zerar kir. Zerara herî mezin gihiştiye birayên me yên tirkmen ên li Sûriyeyê. Ez ne weke wan im, ez netewperwerekî rastîn im.
“Ez memleketê xwe diparêzim, ala xwe, welatê xwe. Yek ji şeş tîrên me neteweperwerî ye.” (PT/FD)
*Fotograf: Ali Balıkçı/ Ankara-AA