Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) bi rêya vîdeo-konferansê beşdarî civîna Meclîsa Partiyê ya CHPyê bûye. Beriya civînê li ser mijarên di rojevê de ne axiviye.
Kiliçdaroglûyî behsa krîza aborî ya li Tirkiyeyê kiriye û Serokkomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê, Recep Tayyîp Erdogan rexne kiriye. Kiliçdaroglû gotiye bila Erdogan derkeve û encamên krîza aboriyê ji xelkê re eşkere bike.
Kiliçdaroglû bal kişandiye li ser dadgehkirinarojnmaevanên ji doza MÎTê hatine girtin ku sibê wê pêk were û gotiye alerjiyek taybet a Erdoganî li dijî Oda TVyê heye. Kiliçdaroglû bertek nîşanî cezayê reşkirina ekrana Tele1 TVyê jî daye.
Kiliçdaroglû derbarê girtina Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û karsaz û mafparêz Osman Kavalayî de wiha gotiye:
“Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Osman Kavalayî dibêje ‘mafên wî hatine binpêkirin’. Digel vê yekê jî girtî ye. Çima girtî ye? Ji ber ku Erdogan dixwaze. Selahattîn Demîrtaş jî girtî ye. DMME dibêje ‘pêwîste girtiyên siyasî werin berdan.’ Lê nayê berdan. Li gorî Qanûna Bîngehîn serweriya biryarên DMMEyê li ser hiqûqa xwemalî ye. Lê Erdogan dibêje ‘bila di hundir de bin.’ Qey wisa zen dike ku Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş wê bêjin ‘min kir tu nekî.’ Qet wê wisa nebêjin. Bi neheqî girtî ne. Lê wê ew girtin bibe madalyeya rûmetê ji bo wan.” (EMK/FD)