Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîr Binalî Yildirim îro di komcivîna partiya xwe de derbarê qişleyên ku dê werin girtin de agahiyan parve kirin.
Serokwezîr Yildirim got ku qileyên li Mamak, Etimesgut, Hsdal, Akinci, Maltepe û Guvercinlikê wê werin girtin.
Li Stenbolê qadên di destê leşkeriyê de ne wiha ne:
Li gorî Pilansaziya Derdora Stenbolê, 55.686 hektar qadên li bajêr aîdê leşkeriyê ye û li ser wan qadan fermandarî û parêzgegehên leşkeriyê henin. Li gorî wê yekê derdikeve holê ku 1/10ê Stenbolê aîdê leşkeriyê ye.
Wisa tê pêşdîtin ku eger leşkerî ji van qadan werin derxistin û derbasî derveyê bajêr bibin, dê li van qadana gelek sazî û mekanên civakî werin avakirin (dibistan, zanîngeh, nexweşxane, goristan, daristan hwd.).
Li Enqereyê qadên di destê leşkeriyê de ne wiha ne:
Li gorî Plansaziya Derdora Enqereyê qadên leşkerî yên li bajêr di nav nexşeyê de bi rengê keska vekirî hatiye nîşandan.
Qişleyên ku Yildirim dibêje wê werin girtin, di dîmenên ûydiyê de wiha dixwiyên.
Hasdal di nav sînorê navçeya Eyupê ya Stenbolê de ye.
Qişleya Maltepeyê jî li Stenbol Maltepeyê ye.
Qişleyên Etimesgut-Guvercinlik li Enqereyê ne.
Mamak li Enqereyê ye. Ew girtîgeh ji bo girtiyên leşker hatibû çêkirin. Lêbelê piştî derbeya leşkerî ya 12ê Adara 1971an êdî girtiyên sivîl jî şandin wir. Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê li Enqereyê ye.
Baregeha Akincilarê jî li Enqereyê ye.
(NV/YO)