Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi KHKên hejmara 676an (Biryarnameyên Di Hukma Qanûnê de) ku nû hat îlankirin ve DÎHA, JÎNHA, Azadiya Welat û Yuksekova Haber jî tê de gelek rojname, ajans, kovar û malperên nûçeyan hatin girtin.
KHKya bi hejmara 676an di 28ê Cotmehê de hatin îlankirin.
Li gorî wê Biryarnameyên Di Hukma Qanûnê de ku nû hat îlankirin ve ajansên DÎHA û JÎNHA, rojnameya Azadiya Welat, kovara Evrensel Kulturê, malpera nûçeyan Yuksekova Haber jî tê de gelek rojname, ajans, kovar û malperên nûçeyan hatin girtin.
Rojname, ajans, malperên nûçeyan û kovarên ku hatine girtin wiha ne:
Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Jinê (JÎNHA), Azadiya Welat, Ozgur Gundem, Evrensel Kulturê, Ozgurluk Dunyasi, Batman Çagdaş, Cizre Postasi, Idil Haber, Guney Expres, Prestij Haber, Urfanatik, Kiziltepenin Sesi.
Polêsan bi ser navenda DÎHA û Azadiya Welat de girtin
Li Tirkiyeyê tenê yek rojnameyek bi awayekî rojnane û bi Kurdî weşanê dikir û ew jî Azadiya Welat bû.
Piştî ku bi biryara KHKê Azadiya Welat hat girtin, polêsan li Amedê bi ser avahiya navenda rojnameyê de girtin. Di encama serdegirtinê de polêsan dest danîne ser hemû hacetên wan û deriyê avahiya rojnameyê jî mohr kirin.
Navenda avahiya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê jî li Amedê ye, piştî derbarê wê de jî biryara girtinê hatibû dayîn, polêsan bi ser wir de jî girtin. Di encama serdegirtinê de polêsan dest danîne ser hemû hacetên wan û deriyê avahiya rojnameyê jî mohr kirine.
DÎHA: Ji bo me her der navenda nûçeyan e
Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA) di 4ê Nîsana 2002an de dest bi weşanê kiriye û heta vê demê bi dehan caran rastî êriş, qedexekirin û serdegirtinan hatiye. Gelek xebatkarên wan hatin binçavkirin û girtin û hê jî bi dehan nûçegihanên wan di zindanan de ne.
Di serdema şerên dawî ku li bajarê kurdan rû da de gelek nûçegihanên DÎHAyê hatin birîndarkirin û wan di bin siya mirinê de karên xwe yên rojnamegeriyê pêk anîn.
DÎHAyê piştî biryara girtinê û serdegirtina bi ser avahiya ajansê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di wê daxuyaniyê de xebatkarên DÎHAyê gotin ku bo wan her der navenda nûçeyan e û ew dê karên xwe bi her awayî pêk bînin.
(YO)