Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Biryarnameya Di Huqmê Qanûnê de (KHK) ya hejmar 691ê di Rojnameya Fermî de hat weşandin ku rêkûpêkirinên nû yên derbarê hin qanûnên di çarçoveya Rewşa Awarteyê de tê de cî digirin.
Biryara weşandina KHKyê di wê civîna Lijneya Wezîran de hat girtin ku 5ê Hezîranê di bin serokatiya Serokomar Tayyîp Erdoganî de li dar ket. Biryar di çarçoveya xala 4. a Qanûna Rewşa Awarteyê û xala 121. a Destûra Bingehîn de hat girtin.
Şandina leşkeriyê
Li gorî KHK ya hatiya weşandin, ji bilî kesên hinceteke wan a di Qanûna Leşkeriyê de nivîsiye heye, kesên ku qaçaxên venêrînê û beqaye ne jî te de, kesên têkilî, endamtî, pêgirî, û pêvekiya wan bi rêxistinên terorê re heye yan jî bi wan sazî, rêxistin û komikan re heye ku Lijneya Ewlekariya Netewî ji bo wan biryara ku xebatên li dijî ewlekariya milî ya dewletê dikin girtine û karibin leşkeriyê bikin, heke ku binbar bin, li gorî wan esasên gazîkirinê ku wê ji hêla Wezareta Berevaniya Netewî bên diyarkirin dê rêkin leşkeriyê. (EKN/FD)