Yek ji aktorên sereke yên polîtikaya kar û barên derve yên DYAyê Henry Kissinger, di 100 saliya xwe de miriye.
Kissinger di dema Şerê Sar de Wezîrê Kar û Barên Derve yê DYAye bû. Şîrketa şêwirmendiya siyasî ya bi navê Kissinger Assocatiatesê ragihand ku kevnedîplomat li mala xwe ya li Connecticutê miriye. Kissinger demeke dirêj dîplomatî kir û di hin bûyerên krîtîk de wezîfedar bû. Her weha ji ber hin bûyeran, navekî ku gelek caran dibû sedema nîqaşan.
Kissinger di navbera Îlona 1973yan û Kanûna Paşiyê ya 1977an de ango di serdema serokatiya Richard Nîxon û ya Gerald Fordî de Wezîrê Kar û Barên Derve yê DYAyê bû. Her weha di navbera salên 1969 û 1975an de jî Şêwirmendê Ewlehiya Netewî bû.
Gelek pirtûk nivîsandine ku “Dîplomasî, “Serokatî”, “Krîz: Anatomiya Du Krîzên Mezin ên Navnetewî” yên sereke ne. Pirtûkên wî çavkanî ne ji bo dersên têkiliyên navdewletî.
Di dema bombebarana Kamboçyayê de û dagirkirina başûrê Vîetnamê ya 1970yî de Kissingerî roleke girîng lîstiye.
Bombeyên ku DYAyê avêtibûn Kamboçyayê, bombeyên xar bûn ku piştî bombebaranê bi salan jî ew bombe dibin sedema mirinan û mirovan seqet dihêlin. Ji ber vê, salên dûdirêj Kissinger dihate rexnekirin. (EMK/FD)