Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Keştiya ku ji Tikiyeyê LPG, fûnye û amonyum nîtrat bar kiribû dema diçû Lîbyayê li nêzîkî girava Girîtê hat sekinandin.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Reutersê, barê keştiyê 29 konteyner bûne.
Fermandarê Tugamîral yê Hêza Parastina Beravan yê Yûnanistanê, Ioannis Argiriouyî da zanîn ku ew teqemenî dikare ji bo kiriyarên terorî an jî li kanên derêxistina berhemên binerdî bêne bikarhînan.
8 xebatkarên keştiyê hatine girtin. Yek ji xebatkaran ji Arnavûtlûkê du ji Hindistanê ne û 5 ji Ûkraynayê ne.
Ji Mêrsînê ber bi Cîbûtîyê ve...
Loi gor belgeyên keştiyê barê keştiyê ji Mêrsînê hatiye standin û dê ji bo Cîbûtîyê bihata birin. Lê xwediyê keştiyê ji xebatkarên keştiyê re gotiye divê ew barê keştiyê li Libyayê dane.
Hêza Parastina Beravan yê Yûnanistanê wêneyên keştiyê weşandin.
Firotina çekan qedexe ye
Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ewropayê di sala 2011ê de biryar daye ku firotina çekan ji bo Lîbyayê qedexe ye. (EKN/MB)